TUÎK’ê enflasyon kêm nîşan da

img
ENQERE - ENAG’ê rêjeya efnlasyonê ya cotmehê weke ji sedî 185 û TUÎK’ê jî ev rêjeye weke ji sedî 85,1 nîşan da. 
 
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên enflasyona mezêxer û hilberîneran a meha cotmehê parve kir. Li gorî TUÎK’ê, di cotmehê de enflasyon li gorî mehan ji sedî 3,5 zêde bû û li gorî salane jî bû ji sedî 85,1. Di meha îlonê de jî enflasyona salane derketibû ji sedî 83,45’an. Li gorî daneyên Odeya Bazirganiyê ya Stenbolê, di meha cotmehê de enflasyona salane ya Stenbolê ji sedî 108,77 zêde bûye. 
 
Koma Lêkolînkirina Enflasyonê (ENAG) jî destnîşan kiribû ku di meha cotmehê de enflasyon ji sedî 7,18 zêde bûye û li gorî salane jî bûye ji sedî 185,34. ENAG’ê ragihand ku ji serê salê heta niha enflasyon ji sedî 115,82 ye. Dema daneyên Koma Lêkolînê yên vê mehê û yên mehek berê didin ber hev, tê dîtin ku enflasyon puanek ketiye.