ÎSÎG: Di 10 salan de 828 karkerên penaber jiyana xwe ji dest dan

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa ÎSÎG’ê da zanîn ku di nava 10 salan de herî kêm 828 karkerên penaber/koçber jiyana xwe ji dest dane.

Meclisa ÎSÎG’ê bi boneya 18’ê Kanûnê Roja Penaberan a Navneteweyî rapora xwe eşkere kir. Di raporê de hat gotin ku di nava 10 salan de herî kêm 828 karkerên koçber/penaber jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de wiha hat gotin: “Yên ku me xizan dikin û rê li ber bêkariyê vedikin karmend û polîtîkayên desthilatdariyê ne.” Di raporê de ev tespît hatin kirin: 
 
* Dema em li gorî salan lê dinihêrin, her salê derdora 83 cînayetên karkerên koçber/penaber hatin tespîtkirin. Di nava tevahiya cînayetên kar de ev rêje, ji sedî 4,41’ e. 
 
* Ji karkerên koçber/penaber ên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dayîn ji sedî 51 jê ji Sûriyeyê û ji sedî 18 jî ji Efxanistanê ne. Anku ji her 10 mirinên heyî 7 jê ji penaberên ji ber şer bûne penaber pêk tê. 
 
* Ji van mirinan ji sedî 29 jê karkerên çandiniyê û ji sedî 25 jî karkerên înşaetê ne. Ev karker, bêyî ku pîvanek hebe saetên dûvdirêj û bi pereyekî kêm tên xebitandin, tevdîrên tenduristiyê û ewlekariyê hema bêje qet nehatine girtin. Her wiha di karên pîşesaziyê de jî rêjeya cînayetên kar ji sedî 21 e. 
 
* Di karên weke keştî/tersxaneyê, karên veguhestinê, çandiniyê, înşaet û hwd. tevdîrên pêwîst nayên girtin û ketina ji cihên bilind, teqîn, jehrîbûn û tundiya li dijî penaberan jî sedemên bingehîn ên mirina karkerên penaber/koçber e. 
 
* Di karkerên penaber/koçber de rêjeya mirina karkerên zarok û jin ji sedî 9 e. Dema em didin ber tevahiya cînayetên kar, rêjeya mirina karkerên zarok du qat û ya jinan jî nîv qat zêdetir e. Hejmara cînayetan a ser temenê 51 salî jî ji sedî 9 e. Anku di nava rêjeya giştî ya Tirkiyeyê de ji sedî 30 zêdetir e. 
 
* Karkerên penaber/koçber herî zêde li bajarên weke Stenbol, Riha, Konya, Dîlok, Kocaelî, Enqere, Bursa, Îzmîr, Antalya û Mêrsînê jiyana xwe ji dest didin. Li hêla din divê em mirinên di qada pîşesaziyê yên li herêmên weke Dîlok, Kîlîs, Riha, Hatay û hwd. ku pîşesaziya wê entegreyî ya bakurê Sûriyeyê hatiye kirin (heta li Ezaz û Efrînê PTT, binkeyên tenduristiyê, dibistanên bilind ên pîşeyî û hwd. hatine vekirin) jî ji bîr nekin.”