‘Bacên me ne weke xizmet weke bombe li me dizivirin’

WAN - Xelkê Wanê ku zivistana wan dijwar derbas dibe li dijî fatûreyên ceyran û gaza xwezayî gazin kirin û wiha gotin: “Fatûre ji bo me bûne sehm. Yekane rêya çareseriyê ew e ku hikumeta bi polîtîkayên şer bûye sedemê vê yekê biçe ye.” 
 
Li Tirkiyeya ku ji ber hikûmeta AKP’ê û MHP’ê budçe veguhezandiye şer krîzeke mezin a aboriyê heye, di 9 mehên sala 2022’an de ceyrana ku di malan de tê xerckirin bi zêdebûna buhayê ji sedî 95 di asta herî kêm de ye û ji sedî 200 jî di asta herî bilind de ye; gaza xwezayî ji sedî 165 zêde bû. Bihayê ceyranê, gaza xwezayî û komirî 3-4 qet zêde bûye. Di van rojên ku hewa sarbûyî de gel difikire ku dê çibike. Li Wanê, ku yek ji bajarên ku demsala zivistanê lê dijwar e, gel ji niha ve dest bi fikirandina dê zivistanê çawa derbas bikin kiriye.
 
FATÛRE 3 QAT ZÊDE BÛNE
 
Yek ji welatiyan Tûran Ozcan, diyar kir ku fatûreya gaza xwezayî ku par daye 3 qat zêde bûye û wiha got: “Tevî ku em zêde naşewitînin jî em 3 qat zêde fatûreyan didin. Em derî û pencereyan venakin. Sedemê zêdebûnê polîtîkayên desthilatê ne. Êdî mûçeya me têra nake. Tevî ku îsal di karên cuda de xebitîn jî em nikarin debara xwe bikin. Zarokê min diçe fêrgehê îhtîmal heye ku neçar bimînim ku ji fêrgehê bigirim, ji ber ku nikarim heqê fêrgehê bidim.” Ozcan, destnîşan kir ku xelasî di guhertina desthilatê de ye. 
 
BÛ SEHM
 
Huseyîn Akdag ê 25 sal in dikandariyê dike, bal kişand ku di navbera fatûreya ceyranê ya par û fatûreya îsal de ji sedî 200 ferq heye û got: “Ne tenê fatûreyên ceyranê, fatûreyên gaza xwezayî jî ji bo me bû sehm. Lambeyên kargehê ji ber fatûreyên bilind em nikarin vêxin. Îsal fatûre 2-3 qet zêde tên em nikarin bidin. Hemû dikandar di heman rewşê de ne. Divê çareseriyek ji vê yekê re bê dîtin. Fatûre zêde dibin lê qezenca me zêde nabe. Berovajiyê wê qezenca me kêm dibe. Ev jî bi xwe re gelek pirsgirêkan tîne.”
 
'BACE WEKE BOMBE LI ME VEDIGERIN'
 
Akdag, destnîşan kir ku sedemê qeyrana aboriyê polîtîkayên şer ên desthilata AKP’ê û MHP’ê ne û wiha got: “Bacên ku em didin diviya bû weke xizmet li me vegerin lê bombe li ser me dibarin. Heta ku ev şer berdewam bike, gel bi tu awayî aramiyê nabîne. Çareseriya vê jî bicihanîna edaletê ye. Lê niha edalet di destê hinekan de ye û li gorî xwe dimeşîne. Divê pergala edaletê were başkirin.”
 
BI KEVÇÎ DIDIN BI HESKÛ DIGIRIN
 
Îhsan Mîralan jî anî ziman ku êdî nikarin fatûreyan bidin û got: “Berê ne wisa bû lê niha ji ber zemên ji ceyran û gaza xwezayî re hatine em nikarin fatûreyan bidin.”
 
Haydar Aydin jî diyar kir ku fatûre di salekê de du qatan zêde bûn û wiha got: “Her sal li gorî sala din du qatan zêde dibin lê zêdekirina mûçe ne ewqas zêde ye. Dewlet bi kevçî dide û bi heskû digire. Li Tirkiyeyê krîzek heye û divê rayedar vê çareser bikin. Tevî ku zivistan nû hat jî fatûreya min a gaza xwezayî hezar lîre hat. Ez karmendekî teqawît bûyî û sendîkavan im. Her tişt biha ye. gel nikare fatûreyên xwe bide û debara xwe bike.”
 
NIKARIN DEBARA XWE BIKIN 
 
Kemal Înan ê fatûreya gaza xwezayî ya di berîka xwe de nîşan da, bertek nîşanî rewşê da û wiha axivî: “Em du nifûs in; ez û hevjîna xwe. Tevî ku em kêm jî dişewitînin fatûreya me ya gaza xwezayî hezar û 250 lîre hatiye. Mirovên ku mûçeyê wan nebin dê çi bikin?” Înan, bi bîr xist ku Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan cara dawî desthilat xwestiye û got: “Budçeyê vala xerc dikin, di holê de pere nemaye. Sedemê krîzê desthilat e. Dixebitim mûçeya min heye lê nikarim debara xwe bikim. Beriya niha min li 9 zarokên xwe dinêrî lê min dikarî ji xwe re wesayîtê bikirim lê niha ez û hevjîna xwe tenê ne lê nikarin debara xwe bikin.”
 
ZEM ZÊDE DIBIN MÛÇE KÊM DIBIN
 
Enver Yali anî ziman ku fatûreya wî ya gaza xwezayî ya meha dawî hezar û 724 lîre hatiye û wiha got: “Fatûre evqas hat lê dîsa jî em gerim nebûn. Par herî zêde 900 lîre dihat. Her tişt zêde dibe lê mûçe kêm dibin. Debar êdî bûye pirsgirêk êdî em nizanin em ê çi bikin. Yekane rêya çareseriyê ew e ku ev gel hikumetê biguherîne. ”
 
'ÇARESERÎ ÇÛNA DESTHILATÊ YE'
 
Riza Yalçin jî diyar kir ku êdî mirov nikarin çayekê jî bidin êkûdu û berteka xwe bi van gotinan nîşan da: “Ji ber aboriyê em nikarin kevneşopiyên xwe jî pêk bînin. Ji ber ku gelê me nikare êdî dohnekê bistîne. Em nikarin li rûyê zarokên xwe binêrin. Cejin tên em nikarin mevanan vexwînin mala xwe. Her tişt bûyer torpîl, bi taybetî li Wanê ev torpîl gelek zêde bûye. Ciwanên me hemû li qehwexaneyê ne, ji ber ku kar nîne. 3 hezar û 500 lîre mûçeyê min heye. Yekane çareseriya vê yekê çûna desthilatê ye. Em ji mizgeftê derketin lê rewşa me ewqas nebaş e ku nikarin çayekê bidin hevalê xwe.”
 
XWARINÊN BERÊ ÇÊDIKIRIN NIHA NIKARIN ÇÊBIKIN
 
Zubeyde Ekrem jî destnîşan kir ku nikarin debara xwe bikin û got: “Fatûre gelek zêde tên. Em malbateke ji 5 kesan pêk tê ne, di kirê de ne û bi mûçeya kêmane dixebitin. Îsal rewşa me gelek xerabe ye, nikarim tiştekê bibêjim.”
 
Şemsiye Tanitmiş jî anî ziman ku her sala ku diçe rewşa wan xerab dibe û wiha got: “Rewşa kesê ya aboriyê nema ye, mirov nikarin debara xwe bikin. Herkes birçî ye. Fatûreyên me bi ser hezar lîre tên lê em nikarin bidin. Yekane çareserî avakirina pergaleke nû û baş e. Berê me li mala xwe xwarinên baş çêdikirin lê niha em nikarin çêbikin.”
 
MA / Bêrîvan Kûtlû - Cengîz Ozbasar