Li fîrmaya ku ji sedî 80’yê karkeran kurd in kurdî qedexe kirin

img

STENBOL - Fîrmaya Yapi&Yapi Înşaetê, li karkeran kurd e-mailên kurdî qedexe kir. Şîrketê peyama “axaftinên bi zimanên cuda hemû personelan bêzar dikin" şand. Karker Y.E., diyar kir li qada înşaetê ya 500 karker lê dixebitin, ji sedî 80'yê karkeran kurd in. Y.E., got: "Tu kes nikare zimanê min qexe bike. Ez dê li dozgeriyê gilî bikim." 

Bi îlana OHAL'ê zext û zordariyên li ser ked, ziman, çand, nasname û rengên cuda zêde dibin. Sendikaya Karkerên Avahî û Avahîsazkirinan (İYİ-SEN), diyar kir ku Fîrmaya Yapı&Yapı Înşaatê, axaftina kurdî li karkeran qedexe kir. Fîrmaya Yapi&Yapi Înşaetê, li karkeran kurd e-mailên kurdî qedexe kir. Şîrketê peyama “axaftinên bi zimanên cuda hemû personelan bêzar dikin" şand. Karker Y.E., diyar kir li qada înşaetê ya 500 karker lê dixebitin, ji sedî 80'yê karkeran kurd in. Y.E., got: "Tu kes nikare zimanê min qexe bike. Ez dê li dozgeriyê gilî bikim." 
 
Fîrmayê di 28'ê Adara 2018'an de ji karkeran re peyam şand û xwest bi kurdî peyaman neşînin. Serokê Sendîkaya ÎYÎ-SEN'ê Alî Oztutan agahî da Ajansa Mezopotamya (MA) û wiha got: “Patron ji ber hêrsa kar, karkeran dişîne ser mirinê. Mafê herî rewa û asayî yê karkeran ji destê wan digirin. Karkaren ji mafê wan ê heq, star û xwarinê mahrûm dike. Hem keda karkeran binpê dike û niha jî zimanê wan ê zikmakî qedexe dike. Niha jî dibêje ez keda de desteser dikim û ez dê canê de jî desteser bikim. Ev yek li şantiyeyan pêla nijadperestiyê pêş dixe. Ya balkêş vê astengî û qedexeyê bi nivîskî ji karkeran re dişîne. Patron li ser karkeran cudakariya nijadî û çandî dike. Heta niha me wekî sendika gelek astengî dît. Lê yekem car e em astengiyek wisa bi nivîskî dibînin." 
 
FÎRMAYÊ BERSÎV NEDA PIRSAN
 
Têkildari mijarê rayedarên Firmaya Yapı&Yapi Înşaatê jî pirsên me bê bersîv hişt. 
 
MA / Yasin Kobulan