Karkerên pêlavên çerm: Çalakiya me dê bidome

img

ÎZMÎR - Karkerên pêlavên çerm ên Îzmirê ku dest ji kar berdane, tevî hemû gefan diyar kirin ku dê çalakiya wan berdewam bike. 

Karkerên solên çerm ku li gelek bajaran ji bo mafê xwe biparêzin çalakî pêk anîn, li Îzmirê jî çalakiya xwe berdewam dikin. Koma karkerên solan ên li Sîteya Pêlavan a Işikkentê dest ji kar berdan, li gel hemû gefan çalakiya xwe berdewam dike. Li ser navê karkeran Yalçin Yanik, li dijî gefên ku li karkeran tê xwarin daxuyanî da û diyar kir ku dê çalakiya wan berdewam bike. Yanik, anî ziman ku ew di daxwazên xwe de mafdar in û ji daxwazên xwe gavan paşve navêjin. Yanik, anî ziman ku ew ewlehiya kar, mafê tenduristiyê û û mafê karkeriya zarokan dixwazin û heta mafê xwe bi dest nexin dê çalakiya wan berdewam bike. Yakin, anî ziman ku li Îzmirê oste û karkerên pêlavên saya (pêlavên çerm" gihiştiye 50 hesar kesan û wiha got: "Di sala 2007'an de karkerê botek bi 7 tl di dirût, 10 sal borîn hêj bi 7 tl didirû."