Li Amedê kana petrolê ya nû hat dîtin

img

AMED – Şirketekî Avustralyayê li Amedê kana petrolê ya nû dît. 

Bajarên Kurdistanê bi kanên petrol xwedî girîngiyekê ye û li cîhanê tê nasîn. Trans Atlantic Exploration Mediterranean International a navenda wê li Avustralyayê ye daxuyand ku li Amedê kanek petrolê ya nû dîtiye. Şirketê ji bo kar û barên petrole demil dest ji bo ruhsatê serlêdan kir. Miduriyeta Giştî ya Karên Petrolê (PÎGM) têkildarî mijarê di Rojnameya Fermî de pişt rast kir ku petrol hatiye dîtin. Kana Petrolê li herêma gundê Yenîevlerê ya bi ser navçeya Sûrê ya Amedê hatiye dîtin.