Dolar 4 û euro 5 lîra derbas kir

img
ENQERE – Dema hikûmetê pakêta teşwîkê aşkere kir pereyên biyanî li hemberî lirayê tirk qîmetê wî zêde bû. Dolar  di nava rojê de qîmeta xwe ya li hemberî TL, 1 Dolar 4.07 TL derbas kir. Euro jî qimeta xwe ya li hemberî lîra 1 Euro 5 TL derbas kir.  
 
Hikûmeta AKP'ê ji bo aboriya Tirkiye baş nîşan bide daxuyanî li ser daxuyaniyan dide. Her çend Serokomarê Tirkiye Tayyip Erdogan bêje aboriya Tikkiye baş e jî dolar û Euro li hemberî TL qîmetê xwe zêde dike. Hikûmeta AKP'e bi armanca aboriyê zindî bide xuyakirin, pakêtek nû ya teşwîkê aşkere kir. 
Dema hikûmetê pakêta teşwîkê aşkere kir 1 Dolar 4.07 TL derbas kir û 1 Euro 5 TL derbas kir. 
 
Gelek analist, diyar dikin ku li Sûriye hatina hemberî hev ya DYA û Rusya rîska jeopolitik e. Ger ku rageşî zêde bibe dê li ser TL  bandora neyînî zêde bibe.