Polîsan êrişî kesên dixwestin biçin Taksîmê kirin: 6 kes hatin binçavkirin

img
STENBOL - Platforma Yekitiya Têkoşînê û endamên Înşaet û Enerjî Senê tevî qedexeyê jî xwestin biçin Qada Taksîmê lê rastî êrişa polîsan hatin. Di êrişê de herî kêm 6 kes hatin binçavkirin. 
 
Endamên Platforma Yekitiya Têkoşînê û Înşaet û Enerjî Senê yên girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) ku xwestin biçin Qada Taksîm a Stenbolê rastî êrişa polîsan hatin. Endamên Platforma Yekitiya Têkoşînê ku ji Elmadagê ber bi Taksîmê ve meşiyan, dirûşmên “Dê febrîqe, zevî, îktîdara siyasî û her tişt bibe ya kedê”, “Qada 1’ê Gulanê Qada Taksîmê” û “Bijî Yek Gulan” berz kirin. Di vê navberê de polîsan êrişî çalakvanan kir, 2 kes derb kirin û binçav kirin. 
 
Endamên Înşaet û Enerjî Senê jî xwestin ji heman cihî ber bi Qada Taksîmê ve bimeşin. Di êrişa polîsan de herî kêm 4 kes hatin binçavkirin.