Karkerên sanayiyê: Em çawa eyar didin wesayîtan, em ê eyar bidin pergalê jî

img
AMED - Partiya Çepên Kesk di çarçovaya xebatên hilbijartinê de li Amedê serdana karkerên sîteya sanayîyê ya li navçeya Bajarê Nû kir. Karkeran wiha got: "Em çawa eyar didin wesayitan, em ê bi dengê xwe eyar bidin vê pergalê jî." 
 
Partiya Çepên Kesk a Amedê di çarçovaya xebatên hilbijartinên 14'ê Gulanê de serdana karkerên Sîteya Sanayiyê ya li navçeya Bajarê Nû kir. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Ceylan Akça, Azad Bariş, Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan û şandeya li gel wan li sîteya sanayiyê bi coş ji aliyê karkeran ve hatin pêşwazîkirin. Şandeya partiyê derbarê hilbijartinê de karker agahdar kirin û nimûneyên pûsûlaya hilbijartinê hatin belavkirin. 
 
Di dema serdanê de alên partiyê ku li ber deriyên dikandarên pîşesaziyê hatibûn daliqandin balê kişand ser xwe.
 
'EM Ê EYAR BIDIN VÊ PERGALÊ JÎ' 
 
Karkerê bi navê Nevzat di serdanê de destnîşan kir ku divê yek deng neşewite û wiha got: "Pir ked hatiye dayîn. Daxwaza me ji we ew e ku heta dawiyê xwedî li kedê were derketin da ku yek deng neyê dizîn." 
 
Karkerek din jî ku enextara kar di destê wî de bû bal kişand ser girîngiya hilbijartinê û wiha got: "Em bi van amûrên destê xwe eyar didin wesayitên xerabûyî, em ê di 14’ê Gulanê de jî bi dengê xwe eyar bidin vê pergala xerabe." 
 
ŞANDEYA BIYANÎ JÎ TEV LI XEBATAN BÛYE
 
Şandeyek biyanî jî ji Ewropayê ji bo çavdêriya hilbijartinê hatine Amedê. Endamê şandeyê yê ji Îskoçyayê Emma Muller ku bi namzetan re li serdanan digere jî wiha got: “Gel ji partiyê pir hez dike. Parti diçe cem kedkaran û li halê wan pirs dike. Li pirsgirekê gel guhdar dike. Xebatên wan bi piranî li ser milên jinan e. Ji bo bi jinan re hevdîtin bikin mal bin mal digerin, ev tiştek pir baş û xweş e ji bo pirsgirêkên jinan çareser bibin."