ÎSÎG: Di 4 mehan de 585 karker canê xwe ji dest dane

img
STENBOL - ÎSÎG’ê ragihand di çar mehên ewil ên salê de 585 karker mirin e. Di heyama îktidara AKP’ê de jî bi giştî 31 hear û 131 karker di encama cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. 
 
Meclisa Tenduristî û Ewlehiya Karkeran (ÎSÎG) daxuyand ku di çar mehên sala 2023’yan de 585 karker jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daxuyaniya ÎSÎG’ê hat gotin ku di heyama AKP’ê de jî bi giştî 31 hezar û 131 karkeran di encama cînayetên kar de canê xwe ji dest dane. 
 
Di rapor ango daxuyaniya ÎSÎG’ê de rojane hema bêje 5 karker jiyana xwe ji dest didin û di meha çile de 120 karker, di meha sibatê de 213 karker, di meha adarê de 130 karker, di meha nîsanê de 122 karker û bi giştî herî kêm 585 karker canê xwe ji dest dane.