HDK: Em ê bi ruhê Newrozê li qadên 1’ê Gulanê bin

img
STENBOL – Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, anî ziman ku ew ê bi ruhê Newrozê qadên 1’ê Gulanê tije bikin û got: “Qada herî girseyî ya ku îtirazî îktîdara qesrê bê kirin, qadên 1’ê Gulanê ne.” 
 
Dê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) û Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) û hêzên ked û demokrasiye li Qada Maltepeyê 1’ê Gulanê Cejna Karkeran pîroz bikin. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku 1’ê Gulanê Cejna Karkeran ji bo wan pir girîng e û ew ê ji bo parastina keda xwe di 1’ê Gulanê de li qadan bin. 
 
‘LI WELATEKÎ KU KED LÊ TUNE BE DEMOKRASÎ JÎ TUNE YE’ 
 
Koçyîgît, AKP’ê wekî dijminê kedê wesifand. Koçyîgît, diyar kir ku nemaze jî AKP bi Rewşa Awarte re qadên kedê sînordar kir û polîtîkayên ku betaliyê û ewlehiya kar bin pê dikin hilberandin. Koçyîgît, anî ziman ku bi KHK’yên hatin derxistin bi deh ehzaran mirov ji karê xwe bûn. Koçyîgît, got dê 1’ê Gulana 2018’an di şert û mercên bi vî rengî de bê pîrozkirin. Koçyîgît, bal kişand ser cinayetên karî jî û got: “Li welatekî ku ked lê tune be demokrasi jî lê tune ye. Ji bo heqê kedê bêd ayîn divê demokrasi hebe.” Koçyîgît, bi lêv kir ku ji ber ew HDK li gel ked û demokrasiyê ne, bi hemû hêzên xwe rêxistinbûyîna xwe li kuçeyan dikin. 
 
‘EM Ê BI RUHÊ NEWROZÊ LI QADAN BIN’
 
Koçyîgît, bi bîr xist ku ji bo jin keda xwe û mafên xwe biparêzin di 8’ê Adarê de qad tije kirine. Koçyîgît got: “Jinên ku li dijî îtifaqa AKP-MHP û Qserê li kuçeyan îtirazkirina xwe anîn ziman, di Newrozê de ev daxwazên xwe biqewde kirine. Em bi vî ruhê ku di Newrozê de xwe da der, ber bi qadên 1’ê Gulanê ve diçin.” Koçyîgît, diyar kir ku dê jin li hemberî polîtîkayên li dijî ked û bedena wan zêdetir îtiraz bikin û got: “Ji bo em va îtirazên xwe bînin ziman, daxwazên x webi lêv bikin em ê bi awayekî hêzdar dakevin qadan.” 
 
Koçyîgît, destnîşan kir ku ew û hêzên kedê bi awayekî hevpar tev digerin û got: “Niha welat veguheriye girtîgeheke nîvvekirî. Dema denegekî biçûk ê muxalif derdikeve demildest wî dixin girtîgehê. Civak bi awayekî zêde tê çewisandin. Rewşa Awarte cara 7’an hat dirêjkirin û biryara hilbijartina zordest hat dayîn. Îtifaqa AKP-MHP’ê nikare vî welatî bi rê ve bibe. Tevî hemû çewisandin, hêzên dewletê jî, êdî tu qadeke rewa ya îktîdarê nemaye. Divê ew hêrsa ku mezin bûye xwe bi rêxistin bike. Divê hêzên muxalif li qadên 1’ê Gulanê strata hilbijartinê bide. Partî dikevin hilbijartinê, lê rêveberî herkesî eleqedar dike. Divê hemû kedkar dengê xwe bilind bikin. Qada herî girseyî ya ku îtirazî îktîdara qesrê bê kirin, qadên 1’ê Gulanê ne. Em ê jî li qadan xwe bi rêxistin bikin û li hemberî hilbijartinê îtiraza xwe bînin ziman.” 
 
MA / Elif Çetiner