Kesên di 1'ê Gulana 1996'an de hatin qetilkirin hatin bibîr anîn

img
STENBOL - Endam û rêveberên KESK'ê karker  Hasan Albayrak, Dursun Odabaş û Yalçin Levent ên di 1'ê Gulana 1996'an de li Kadikoyê hatin qetilkirin bibîr anîn. Hevserokê Giştî yê KESK Mehmet Bozgeyik diyar kir ku kesên hatin hilbijartin ji bo kujerên kesên di 1'ê Gulanê, Sêwas, Çorum, 10'ê Cotmehê û Pirsûsê hatin kuştin ronî bike tu tiştek nekirin. 
 
Rêveberên KESK'ê ji bo Hasan Albayrak, Dursun Odabaş û Yalçin Levent ên di 1'ê Gulanê de li Kadikoyê hatin kuştin bibîr bîne, li pêş otoparka Şaredariya Kadikoyê çalaki pêk anîn. Girseya ku di navde Parlamenterê HDP'ê Lezgin Botan, Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyik, Hevseroka Giştî ya Egîtîm Sen'ê Feray Aytekin Aydogan, Serokê DÎSK'ê yê berê Kani Beko û gelek kesên din amade bûn. Di bernameya bîranînê de Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyik, diyar kir ku ji bo kesên hatin qetilkirin bibîr bînin dîsa li qadan in û wiha got: "Em dibînin ku rêveberiya Tirkiye hêj bi qatilan re rû bi rû nebûye. Em dibînin ku yên qetil dikin nayên darizandin. Yên rastî qetilkirinê tên karker û kedkar tên darizandin. Kesên hatin hilbijartin ji bo kujerên kesên di 1'ê Gulanê, Sêwas, Çorum, 10'ê Cotmehê û Pirsûsê hatin kuştin ronî bike tu tiştek nekirin. 
 
Komê piştre cihê ku Albayrak, Odabaş û Levent lê hatine qetilkirin qurnefil danîn ser gorê wan û belav bûn.