Ridvan Turan: Em fikarên xwe danîn aliyekê û tenê serkeftinê bifikirin

img

ENQERE - Berdevkê Komîsyona Kedê ya HDP’ê Ridvan Turan got, “Em hemû fikarên xwe danîn aliyekê û tenê serkeftinê bifikirin. Îro derfetên serkeftinê ji her demê zêdetire. Em ê vê serkeftinê li qadên 1’ê Gulanê û di hilbijartina 24’ê Hezîranê de bibîn in.”

Rêxistinên Kedê û partiyên siyasî amadekariyên xwe yên Cejna Karkeran a 1’ê Gulanê temam kirin. 1’ê Gulanê dê di pêvajoya OHAL û hilbijartina zordest de bê pîrozkirin. Berdevkê Komîsyona Kedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ridvan Turan, diyar kir ku partiya wan partiya karkerane. 
 
‘DI 1’Ê GULANÊ DE DÊ BERSIVA PÊWÎST BÊ DAYÎN’ 
 
Turan, anî ziman ku 1’ê Gulanê di encama bedelên giranbûha de hat bidest xistin û wiha axivîİ: “Cîna karkeran a Tirkiyeyê û têkoşîna azadiya gelê Kurd dê di 1’ê Gulanê de bersiva herî pêwîst bide rejîma OHAL’ê û hilbijartina zordest. Îro karker û kedkar bedelên her giran di krîza heyî de didin. Di sala 2017’an de 2 hezar û 6 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Ji ber OHAL’ê encamek wiha giran derket holê. Erdogan dibêje ‘çi zirara OHAL’ê ji bo gel û welat heye?’ Vaye hûn dibînin zirara herî mezin karker dibînin. Evqas karkeran jiyana xwe ji dest dan, ma ne bese? Mafê berxwedanê, mafê herî  rewaye. Em ê jî vê mafê xwe yê berxwedanê di 1’ê Gulanê biparêzin.” 
 
'EM Ê DI 24’Ê HEZÎRANÊ DE SERKEFTINÊ BIBÎNIN'
 
Turan, da zanîn ku 1’ê Gulanê di heman demê de li dijî faşîzmê çalakiya permezar kirinê ye û wiha bilêv kir: “Emê di pêvajoya pêş me de nîşan bidin ku kes nikare HDP’ê di sindoqan de veşê re. Divê em hemû fikarên xwe danin aliyekê û tenê serkeftinê bifirin.  Ger em baweriyê bi serkeftinê bînin, teqez  em ê bi ser bikevin. Em ê serkeftina xwe di 1’ê Gulanê û 24’ê Hezîranê de nîşan bidin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku di vê roja qedîm de dakevin qadan. Ger em bawer bikin, em ê qezenc bikin. “ 
 
MA / Dîren Yurtsever