Pêşketina sanayê pîşeya merşên destan qedand

img

DÎLOK – Li Dîlokê ku berê 10 hezar dezgehên merşkeran hebûn, niha tenê hoste Yaşar Elbîr vî karî dike. Elbîr anî ziman ku berê bajar debara xwe bi merşkeriyê dikir, lê belê niha qîmeta vî karî nemaye. 

Li Dîlokê ku berê 10 hezar dezgehên merşkeriyê hebûn û bajar debara xwe pê dikir, niha tenê Yaşar Elbîrê 75 salî vî karî dike. Elbîr, 67 salin li dikana xwe ya 10 metrekareyî karê merşkeriyê dike. 
 
TENÊ DEZGEHEK MA 
 
Elbîr, bi bîr xist ku dema li ber destê merşkeran dest bi kar kiriye li Dîlokê zêdeyî 10 hezar dezgehên merşkeriyê hebûne. Elbîr, anî ziman ku piştî di sala 1964’an de ceryan hatiye dezgehên destan yeko yeko hatine girtin û got: “Niha li Dîlokê tenê ez vî karî dikim. Liv ê dikana ku niha lê me, min dest bi kar kir. Li qismetê biner, paşê ez bûm hosteyê vê dikanê. Berê li Dîlokê karê herî baş merşkerî bû. Piştî di sala 1964’an de ceryan hat, êdî ev kar jî hêdî hêdî ber bi makînebûyînê ve çû. Merşkerî mir.” 
 
KARÊ DESTAN TIM JI Ê MAKÎNEYAN BAŞTIR E’ 
 
Elbîr, diyar kir ku merşên bi destan tên çêkirin ji yên bi makîneyan tên çêkirin baştir in. Elbîr anî ziman ku karê destan ji yê makîneyan baştir e. Elbîr, destnîşan kir ku pêşî û paşiya merşên bi makîneyan tên çêkirin cuda ne û got: “Lê yê ku em çêdikin ser û bine wan wekî hev in. Yanî makine karê xwe ji bo hêlekê dike, lê mirov dikare herdu aliyên yên bi destan bi kar bîne.” 
 
Elbîr, diyar kir ku ew ji her kesî re dibêje ku vî karî hîn bibin, lê belê kes nayê. Elbîr got: “Ji ber ku zehmet e an jî qezenca wê pir tune ye nayên, nizanim. Îro li Dîlokê gelek malbatên ku bûne xwedî fabrîkayên merşan, hemû ev kar kirine. Merş gelek tişt li dîlokê zêde kirin. Lê belê Dîlok bi qîmeta merşan nizane.”