Dewrkirina erdên çandiniyê ya ji bo şîrketan dest pê kir

img

STENBOL – Li gundê Kabali yê navçeya Kadişehîr a Yozgatê 11 hezar donim erd ku tapoya wê hat çêkirin, li 5 donimê wê baxçeyê fêkiyan hat çêkirin. Çend roj berê jî erdên tapoya wan hat çêkirin ji bo 25 salan bi kirê dan şîrketekê. 

Hikûmet niha jî bi polîtîkaya xwe ya çandinî û sewalvaniyê, hilberînê ji dest cotkaran distîne û dewrî şîrketan dike. Li gundê Kabali yê navçeya Kadişehîr ê Yozgatê 9 sal berê sînorê erdan hat rakirin û ji van erdan 11 donim jê tapoya wan hat çêkirin û niha jî 5 donim jê kirin baxçeyê fêkiyan. Erdên ku tapoya wan hat çêkirin demeke berê heta 25 salan bi kirê dan şîrketekê. Wezareta Çandinî û Sewalvaniyê li 250 gundên din jî heman xebat da destpêkirin. Xwediyên erdan ku erdên wan bi kirê didin şîrketan, wekî karkerên biheq dixebitin. Ji gundiyan 70 kes saloqat dixebitin, lê di dema debrê de ev hejmar dibe 650. Wezîrê Çandinî û Sewalvaniyê Ahmet Eşref Fakibaba ku serdana baxçeyên fêkiyan kir, got ew ê vê projeyê berbelav bikin. Her wiha qeymeqamê wê demê ji bo keya û gundiyan qaneh bike û projeye bide destpêkirin jî wekî Midûrê Giştî yê TÎGEM’ê hat tayînkirin. 
 
Ev rewşa ku wekî erdên çandiniyê dest diguherînin tê îfadekirin, her diçe berbelavtir dibe. Li Tirkiyeyê ku maliyetên hilberînê zêde dibin û êdî cotkar nikarin hilberînê bikin, bi riyên wekî “îstimlaqkirina lezgîn” gelek veberhênanên wekî maden, enerjiyê tên desteserkirin. Nemaze jî hilberînerên biçûk ji bo deynê xwe bidin an tevahiya erdên xwe difiroşin an jî qismek jê difiroşin an jî wekî îpotek didin bankeyan û krediyê dikişînin. Gundiyên ku nikarin deynê xwe bidin bi riya îcrayê erdên wan ji dest wan diçe. Heta niha bi qanûn û rêziknamyên ku ji aliyê gelek hikûmetan ve hatine derxistin, gundî derî hilberînê tên hiştin û piştî demekê jî koçberî li wan tê ferzkirin. Di meha Adarê de li navçeya Kandira ya Kocaeliyê gelek erd pêşkeşî îcrayê hatin kirin. Her wiha di saleke dawî de 85 erdên çandiniyê bi riya îcrayê berpêşî firotinê hatin kirin. Bi vî awayî gundî ji erdê xwe dibin û tê gotin ku dê gelek firotinên bi vî rengî çêbibin.