DEM Partî: Divê kêmtirîn mûçe herî kêm 25 hezar lîre be

img
ENQERE - Ji Komîsyona Ked û Polîtîkayên Civakî ya DEM Partiyê Sevtap Akdag Karahali diyar kir ku enflasyona fermî nabe parametreya zêdekirina kêmtirîn mûçeyê û wiha got: “Divê kêmtirîn mûçe herî kêm 25 hezar lîre be.” 
 
Cîgira Hevseroka Ji Komîsyona Ked û Polîtîkayên Civakî ya Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan Berpirsyar (DEM Partî) Sevtap Akdag Karahali, li navenda giştî ya partiyê têkildarî hevdîtinên ji bo kêmtirîn mûçeyê tên kirin daxuyanî da. 
 
Karahali, da zanîn ku heqdestên reel ên karker û kedkaran her tim dihelin û li hemberî zemên rojane tên kirin nikarin debara xwe bikin. Karahali, wiha dom kir: “Heqdestê tê dayîn di bin sînorê birçîtî û xizaniyê de ne. Kêmtirîn mûçe jî di bin sînorê birçîtiyê de ma ye. Dahatên karkeran nikarin lêçûnan pêşwazî bikin. Tundiya aborî, êrişeke li dijî mafê jiyana mirovane ye. Kêmtirîn mûçe herî zêde karker û kedkaran eleqeder dike.” 
 
‘18 MILYON Û 821 KES BI KÊMTIRÎN MÛÇEYÊ DIJÎN’
 
Karahali, da zanîn ku dema karkerên qeyda wan nehatiye çêkirin û penaber jî lê tên zêdekirin, ji sedî 66’ê karkerên li sektora taybet dixebitin kêmtirîn mûçeyê werdigirin. Karahali, wiha pê de çû: " 18 milyon û 821 ji bo kêmtirîn mûçeyê anku bi 11 hezar û 400 lîreyan dixebitin. Divê daneyên enflasyonê yên fermî weke parametreya zêdekirina kêmtirîn mûçeyê nebin û nabin jî. Rêjeya enflasyonê ya ku Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) dibêje, rast nîne. Lewma divê esas neyê girtin.” 
 
‘DIVÊ HERÎ KÊM 25 HEZAR TL BE’
 
Herî dawî jî Karahali wiha got: “Sînorê xizaniyê gihiştiye 50 hezar TL’an. Mûçeyê herî kêm ê memûrekî 20 hezar û 352 TL ye. Ev reqem dê di çileyê de herî kêm bibe 26 hezar û 500 TL. Divê kêmtirîn mûçe jî herî kêm bibe 25 hezar TL. Ji bo ku kêmtirîn mûçe bikare xwe li ber enflasyonê bigire, her cara ku enflasyon zêde dibe divê kêmtirîn mûçe jî zêde bibe. Lewma divê her 4 mehan carekê bê zêdekirin. Weke DEM Partiyê ji bo hemû pirsgirêkan çareseriyên me hene. Divê Komîsyona Tespîtkirina Kêmtirîn Mûçeyê bê betalkirin û pêvajoya diyarkirina kêmtirîn mûçeyê weke bazariyeke komî were dîtin.”