Di referandume de 'Erê' bi ser ket lê aborî têk çû

img
ENQERE - Hikûmeta AKP'ê beriya referanduma Serokomariyê ya 16'ê Nîsanê soza "Ger erê derkeve dê aborî baş bibe" dan, lê piştî AKP di referandumê de dengê "erê" bi dest xist dijberî sozên AKP'ê bêtir aborî xera bû û dolar 4 tl derbas kir. Bi sedan kargerî û şîrket hatin girtin. Bi sedan şîrket hatin firotin. 
  
 
Serokê AKP'ê û Serokomar Recep Tayip Erdogan beriya hilbijartina 16'ê Nîsanê ya 2017'an soz da hilbijêran ku ger dengê "Erê" bidin dê aborî rast bibe û Tirkiye ber bi aramî û peşketinê ve biçe. Lê piştî di referandumê de "Erê" derket pêş bêtir Tirkiye ket nava şer, bêtir mirov hatin kuştin û aboriya Tirkiye bêtir xera bû. Li gori daneyên aborî rewşa Tirkiye ya aboriyê ji her demê bêtir xera bûye. Hem enflasyon, hem betali û hem jî faiz zêde bûye. Dîsa şer, kuştin, bê bawerî û tacîz, tecawiz, dizî û nelirêtî jî zêde bûye. Heta niha bi sedan dikan, şîrket, meqaza 
 
ENFLASYON ZÊDE DIBE
 
Li dijî sozên AKP'e aborî her ku diçe xera dibe. Piştî 16'ê Nîsanê ku dengê "Erê/Evet" derket peş, enflasyon zêdetir bû. Piştî referandumê 8 meh şûnde daneyên enflasyonê hatin aşkerekirin û di nava 14 salan de rekor şikand û derket 12,98'an. Li gorî daneyên nisana 2018'an jî hêjmara enflasyonê 10,85 ye. 
 
BETALÎ ZÊDE BÛ 
 
Li Tirkiye piştî referanduma 16'ê Nîsanê betalî jî zêde bû. AKP'ê di 2017'an de dest bi seferberiya îstîhdamê kir. Bi riya ÎŞKUR'ê mirov xistin kar. Lê ji bo demborî bû. Weki ku betalî ji holê rakiribe nîşan da. Diyar kir ku armanca îstîhdame 1,5 milyon e. Di 2017’an de rêjeya betaliyê 10.4 bû. Lê piştî 2018'an rêjeya betaliye derket 10.8'an. Li tevahiya Tirkiye di sala 2018'an re rêjeya betaliyê li ser 15'an e. Hat diyar kirin ku li Tirkiye 3 milyon û 409 hezar mirov betal e. Tevî rêjeya hemû betaliyê jî 12,7 e. Di rêjeya nifûsa ciwanan de jî ji sedî 19,9 ciwan betal in. 
 
Bazirganiya derve li gorî 2017'an 
 
Bazirganiya derve di sala 2017'an de ji sedî 37  zêde bû. Derket 77 milyar dolarî. Li gorî daneyên wezareta karên derve di nîsana  2018'an de li gorî sala berê ji sedi 32.83 zêde bû. Li gorî daneyên Banka Navendî meha Sibatê 1,5 milyar dolar bazirganiya derve zêde bû. Tirkiye 53,3 milyar dolar ket zerarê. 
 
Li gorî daneyên Wezîrê Maliyê Naci Agbal butçeya Tirkiye li gorî meha Adarê ji sedî 23.4 zêde bû û gihişt 48.2 milyar lîra. Lêçûna butçeyê jî ji sedî 16.8 zêde bû û derket 68.4 milyar lîre. Valahiya butçeyê jî 20.2 milyar lîra zêde bû  
 
TL QÎMET WINDA KIR
 
Piştî referanduma 16'ê Nîsanê TL li hemberî Dolar û Euro qîmeta xwe winda kir. Niha dolarekê 4 TL derbas kiriye. 
 
 
MA / Selman Güzelyüz