Nûnerê DÎSK'ê yê Egeyê Sari: Divê çîna karkeran li kuçeyan be

img
ÎZMÎR - Nûnerê DÎSK'ê yê Herêma Egeyê Memîş Sari diyar kir ku mûçeyekî ku mirov karibe bi awayekî jiyane pê debara xwe bike li ser maseya muzakereyê tune ye û got ku divê kedkarên bindest û feqîr bên cem hev û ji bo mafên xwe li kolanan bin.
 
Komîsyona Tespîtkirina Mûçeya Kêmtirîn ji bo diyarkirina mûçeya kêmtirîn a sala 2024'an di 11'ê Kanûnê de li Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî civîna xwe ya yekem li dar xist. Komîsyona ku ji 15 kesan pêk tê, dê piştî civîna 4'an mûçeya kêmtirîn eşkere bike.
 
Civîna komîsyonê ya bê tê payin ku di 18'ê kanûnê de bê lidarxistin. Mûçeya kêmtirîn îsal du caran hat zêdekirin, lê hat daxuyandin ku dê di sala 2024'an de tenê carekê bê zêdekirin. Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) bertek nîşanî vê yekê da û got ku ji ber ku mûçeya kêmtirîn li hember enflasyonê nikare deyax bike divê salê 4 caran bê nûjenkirin. 
 
‘EM Ê LI KUÇEYAN BITÊKOŞIN'
 
Nûnerê Herêma Egeyê yê DÎSK'ê Memîş Sari têkildarî mûçeya kêmtirîn de axivî. Sari diyar kir ku ji mûçeyeke kêmtirîn a li şûna ku bi hejmarî bê îfadekirin wêdetir pêdivî bi mûçeyeke ku mirov karibe bi awayekî mirovane debara xwe pê bike heye û wiha got: “Em dizanin ku dê mûçeyeke mirovane li ser maseyan û di muzakereyan de tune be. Ji bo vê jî konfederasyona me biryara têkoşîna li kolanan da. Em ê li gorî vê daxwazê li kolanan têbikoşin."
 
‘DIVÊ MÛÇEYA MALNIŞÎNAN JÎ WEKÎ YA XEBATKARÊN ASAYÎ BE'
 
Sari da zanîn ku mûçeya kêmtirîn ku li gorî enflasyonê tê diyarkirin dê piştî 2 mehan ji sedî 40 kêm bibe û wiha got: "Ji ber vê yekê divê mûçe di asta xizaniyê ya ku TUÎK'ê diyar kiriye de bê diyarkirin. Li Tirkiyeyê ji bo liv û tevgerea li gorî pîvanên navneteweyî nîşaneyek jî tune ye. Dema ku li Tirkiyeyê mûçeya kêmtirîn tê diyarkirin pîvana jiyana gelên Ewropayê li ber çavan tê girtin. Dema ku li Tirkiyeyê behsa mûçeya kêmtirîn tê kirin em ji bîr dikin ku du mûçeyên kêmtirîn hene. Îro mûçeya kêmtirîn 11 hezar û 400 TL ye. Ya duyemîn jî ya malnişînan e ku 7 hezar û 500 TL ye. Divê malnişîn jî wekî xebatkarên asayî meaşê kêmtirîn bistînin."
 
‘DIVÊ EM BIBIN HÊZ'
 
Sari anî ziman ku karker divê zanibin ku di nava têkiliyên hilberînê de ked a wan e û got ku karker ne sendîkayî bin jî divê têbikoşin. Sari wiha got: “Kedkarên sendîkayan di ser mûçeya kêmtirîn re digrin. Lê ew têdikoşin ku mûçeya kêmtirîn bibe mûçeyek jiyanî. Divê her kes di nava têkoşînê de wekî dengekî, wekî henaseyekê alaya têkoşînê bilindtir bike. Hêz tune be, em ê qîma xwe bi ya heyî bînin." 
 
‘DIVÊ EM BI HEV RE TEVBIGERIN'
 
Sari diyar kir ku ew wekî DÎSK’ê hewl didin erka xwe bi cih bînin û wiha got: “Heke DÎSK biryarekê bigire û derkeve kolanan gel, karker û xwendekar jî bi wê re dimeşin. Lewma ger DÎSK bixebite nan mezin dibe. Divê sendîkayên din dengê gel bibihîzin û şert û mercên tevgerîna bihevre peyda bikin û alogarîtmayeke ku sengerên çîna karkeran pêş ve bibe deynin holê. Hûn îro dengê xwe bidin kîjan partiyê jî, lê dema hûn biçin kîjan firoşgehê ji we re nabêjin 'tu dengê xwe didî partiya desthilatdar A', ez ê bi 5 lîreyan nan bidim te' an jî tu mûçeya kêmtirîn distînî, ez ê bi 2 lîre û nîvan nan bidim te.' Pergal bi heman awayî me hemûyan dieciqîne û kapîtalîst û serdest tên cem hev du. Divê çîna karkeran jî û xizan jî bên cem hev du û ji bo mafên xwe li kuçeyan bin." 
 
MA / Delal Akyuz