Firotina 5 febriqeyên şekir hatin erêkirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Firotina febrîqeyên şekir ên Turhal, Yozgat, Çorum, Kirşehir û Borê hatin erêkirin. 
 
Tevî hemû bertekên civakê 14 febrîqeyên şekir derxistin firotinê. Serokatiya Îdareya Arizîkirinê (OÎB) di sibatê de fabrîqeyên şekir bi riya îhaleyan derxistin firotinê. Febrîqeyên ku bi riya îhaleyê derxistin firotinê, firotina febrîqeyên Turhal, Yozgat, Çorum, Kırşehir û Bor hat erêkirin. 
 
Li gorî vê yekê; 
 
Febrîqeya Şekir a Turhanê ya Aydî Şîrketa Febrîqeya Şekir a Tirkiye AŞ (Turkşeker) bi 569 milyon TL firotin. 
Febrîqeya Şekir a Çorumê bi 528 milyon TL firotin. 
Febrîqeya Şekir a Yozgatê bi 275 milyon TL firotin. 
Febrîqeya Şekir a Bor a Nîgdeyê bi 336 milyon TL firotin. 
Febrîqeya Şekir a Kirşehîrê ya aydî Şîrketa Fabrîqeyên Tirkiye (Turkşeker) bi 330 milyon TL firotin.