Karkerên ji kar hatin avêtin: Bêyî me pêşerojek tune ye

img
ÎZMÎR – Karkerên ji Zanîngeha Egeyê hatin avêtin ên ji bo li karê xwe vegerin 26 rojin di çalakiyê dene, li ber salona civîna “Şuraya Pêşerojê” ya Rektorê zanîngehê û Waliyê Îzmîrê jî beşdar dibin de kom bûn û gotin “Bêyîme pêşerojek tune ye.”
 
Karkerên bi hinceta “Lêpirsîna ewlekariyê” ya bi KHK’a Hejmara 696’an ji Zanîngeha Egeyê hatin avêtin, Rektorê Zanîngehê Prof.Dr. Necedet Budak û yên pêre yên beşdarî civîna “Şûreya Pêşeroja Zanîngeha Egeyê” ya li Saheya Tenîs a Sergirtî ya Zanîngeha Egeyê bûn, şermezar kirin. Karkerên 26 rojin li ber Rektoriya Zanîngeha Egeyê di çalakiyê dene, xwestin bikevin salonê, lê rayedarên ewlekariyê destûr nedan. Karkeran li ber salona  civîn lê pêk hat dirûşme berz kirin û daxwaza karên xwe kirin. Karkeran tîşortên “We got kadrobûn, lê we em ji kar avêtin” li xwe kirin û dirûşmên “Dê serkeftin a kedkarên li ber xwe didin be” û “Kadrobûn mafê me ye, nayê asteng kirin” berz kirin. Karkeran heya demekê dirûşme berz kirin û li ber salonê radiwestin.  
 
‘BÊYÎ ME PÊŞEROJEK TUNEYE’
 
Yek ji karkeran Serpîl Yaşar, diyar kir ku bi awayekê bi qanûnê ew ji kar avêtin û wiha got: “Em mafên xwe dixwazin. Di hûndir de ji bo pêşerojê civînê lidar dixin. Bahoza mejî dikin. Lê bila baş zanibin bêyî me  pêşerojek tuneye.”