ÎSÎG: Di Nîsanê de herî kêm 177 karker mirin

img
STENBOL - Meclîsa ÎSÎG, diyar kir ku di Nîsanê de  herî kêm 177 karkeran jiyana xwe ji dest dan.
 
Meclîsa Ewlekariya Kar a Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG), rapora xwe ya meha Nîsanê ya cînayetên karkeran daxuyand. Di meha Nîsanê de herî kêm 177 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Bi awayê di meha Çile de herî kêm 144, di meha Sibatê de herî kêm 128, di meha Adarê de herî kêm 126 û di meha Nîsanê de jî herî kêm 177 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Bi giştî di çarmenên dawî yên sala 2018’an de 575 karker di cînayetên karde jiyana xwe ji dest dan. 
 
8 PENABER 10 JIN Û 4 JÊ ZAROK IN 
 
Ji karkerên jiyana xwe ji dest dayîn 10 jê jin in û 167 zilamin. Cînayetên jinan di qadên cotkarî, tekstîl, perwerde, buro û tenduristiyê de pêk hatin. 4 zarokên du jê 14 salî di cînayetên karde mirin û ji 177 karkerên jiyana xwe ji dest dan 4 jê afgan, 3 jê Sûriyeyî û 1 jê Azerî bi giştî 8 penaber di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. 
 
COTKARÎ, ÎNŞAETA Û HEMALTIYÊ DE… 
 
Herî zêde karker di karên cotkarî, înşaet, buro/bazirganî, hemalbatî, şaredarî, enerjî û tenduristiyê de jiyana xwe ji dest dan. 
 
STENBOL, KOCAELÎ Û MANÎSA… 
 
Karkeran herî zêde li bajarên mîna Stenbol, Kocaelî, Manîsa, Dîlok, Eskîşehîr, Îzmîr, Antalya, Aydin, Bursa û Denîzliyê jiyana xwe ji dest dan. 
 
DI SERDEMA AKP’Ê DE HERÎ KÊM 21 HEZAR KARKER MIRIN 
 
Di serdema AKP’ê de herî kêm 21 hezar 22 karkeran jiyana xwe ji dest dan.