Aborîzan Ari: Krîza tê veşartin dê biteqe

img
ÎZMÎR -  Aborîzan Aydin Ari, diyar kir ku hemû nîşaneyên aboriyê nîşan dide ku krîz tê veşartin û ev krîza tê veşartin dê biteqe. 
 
Aboriya Tirkiye her ku diçe xerab dibe. Xizanî û betalî zêde dibe. Ked erzan dibe. Enflasyon zêde dibe. Zexîre, av, ceyran, xaza xwezayê, sotemenî xizmeta tenduristî û perwerdehiyê buha dibe. Lîreyê Tirk li hemberî Dolar û Euro her ku diçe xerab dibe. Febrîqeyên şekir hatin firotin. Deynê Tirkiye yê derve zêde dibe. Îxracat kêm dibe û îtalat zêde dibe. Esnaf, şîrket û sarsaz dest ji kar berdidin û qada kar her ku diçe kêm dibe. Ev dane hemû nîşan didin ku li Tirkiye pirsgirêka aborî zêde dibe. Tevî hemû dane û nîşaneyên ku krîza aborî ya Tirkiye nîşan dide jî rayedarên AKP'ê diyar dikin ku pirsgirêka borî tune û ser krîza aboriyê digirin. Ji bo îtîfaqa AKP-MHP'ê ser vê krîzê veşêrin biryar dan ku di 24'ê Hezîranê de hilbijartinê pêk bînin. 
 
Aborîzan ê danezana "Em nabin şirîkê vî sûcî" îmze kir Hîndekarê Zanîngeha Dokuz Eylulê Aydin Ari, li ser rewşa krîza aborî ya Tirkiye ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) re axivî. Ari, diyar kir ku îktîdara AKP'ê di 16 salan de li şûna pirsgirêka aborî çareser bike bêtir krîz kûr kir û wiha got: "Pergala kapitalizmê ji sala 1970’an heta niha di nava krîzê de ye. Bi taybeti krîza 2008-2009'an li welatê navendî yên kapitalist xwe bi awayekî cuda nîşan d8an. Welatên wekî Tirkiye jî ket bin bandora van krîzan. Tirkiye ji vê krîzê ne muaf e. Tirkiye hem di nava xwe de û hem jî di milê kurevî de di bin krîza kapîtalîzmê de ye.  Li Tirkiye gelek nîşaneyên biçûk û mezin ên aboriyê nîşan dide ku Tirkiye di nava krîzê de ye û ji ber vê yekê Tirkiye ketiye nava pêvajoya hilbijartinê."  
 
‘DI 16 SALAN DE ABORIYA TALAN Û RANTÊ HAT PÊŞXISTIN'
 
Arî, destnîşan kir ku di qada hilberîn, çavkaniyê aboriyê de pirsgirêkên Tirkiye tune, tenê di qada rêveberin û sazibûnê de pirsgirêk hene û wiha got: "Di milê hilberînê de pirsgirêk tune. Di milê rêveberiya aboriyê de pirsgirêk hene. Tirkiye na afirîne. Hilberîn heye, afirandin tune ye. Ji ber vê yekê malê buha îthal dike. Bi xwe nikare çêke. Ked heye, lê milê rêvebirin û afirandinê kêm e. Di milê çandinî, sewalkarî û sektorên din ên fînansê de pirsgirêka rêveberiyê heye. Wekî welatekî kapitalist her dem van pirsgirêkan dijî. Di 16 salên rêveberiya Tirkiye de di milê avabûnê de pirsgirêkê ciddî hene. Tedbîr nehatin girtin. Di 16 salan de aboriya talan û rantê derket pêş."
 
Ari, daxuyand ku deynê Tirkiye yê derve her ku diçe zêde dibe û ev dê pirsgirêkek nû bi xwe re bîne. Mekanîzmaya belavkirina rantê bi awayekî pir zirav û pispori tê meşandin. Ev yek bêtir pirsgirêkan û krîzê vedişêre. Tevî ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan ew qas zextan dike jî dîsa Lijneya polîtîkayênk Pereyan  hefteya borî faîz zêde kir. Serokomarê ku hikmû her tiştî dike tevî got ‘faizê zêde nekin' jî 75 baz puanê  faizê zêde kir. Tevî vê yekê hem dovîz, faîz û enflasyon zêde bûn. Hemû dane nîşan didin ku krîza aborî zêde dibe. Lê hikûmet dixwaze ser wê bigirin. Kapasîteya îktidarê ku aboriyê bi rêve bibe tune ye. 
 
Ari, da zanîn ku niha amadekariya zagona efûyê ya deyn û zemê amade dikin û wiha bi dawî kir: "Dixwazin efûya îmar, deyn û efûyên din bînin. Dixwazin deynê li hemberî dewletê efû bikin. Li bendê ye ku 40 milyar TL hatinek hebe. Ev aborî dê bi şiklekî Tirkiye bigîne hilbijartinê. Lê piştre aboriya Tirkiye dê hilweşe. Wekî ku 16 salin Serokomar (Erdogan) vî welatî bi rêve nabe nêzîk dibe û diyar dike ku aboriya Tirkiye xerab e û ger ku bê hilbijartin dê pirsgirêka aborî çareser bike. Ji ber vê yekê ger ku dîsa bibe îktîdar dê ev pirsgirêk û krîz bêtir kûr bibe." 
 
MA / Ahmet Kanbal