Ji ber zêdebûna maliyetan û firotina fabrîkayan êdî dev ji çandina pincarê berdidin

img

WAN - Piştî bihabûna maliyetên mazot, gubre, dermanan û firotina fabrîkeyên şekir hilberîneran dev ji pincarê jî berda. Li Erdîşê 1650 cotkarên ku salê 25 ton ber bi dest dixistin, îsal piraniya wan dev ji çandiniyê berdan. 

Li Erdîşa Wanê, li gorî salên hilberîna şekir kêm dibe. Ligel bihabûna fiyetên mazot, gubre û dermanan, kotaya hat danîn û yeko yeko firotina fabrîkayên şekir cotkar yeko yeko dev ji çandina pincara şekir berdidin. Ji 1650 cotkarên ku li erdeke 4 hezar û 30 hektarî çandinî dikirin û salê 25 ton hildiberandin, piraniya wan îsal çandinî nekir. Tirsa herî mezin cotkaran kesîdekirina fabrîkayan e. 
 
‘MIN DEV JI PINCARÊ BERDA LI ÎNŞEATAN DIXEBITIM’ 
 
Şîrîn Aslanê ku 20 salin li gundê Hespînekê yê Erdîşê pincara şekir datîne, got 3 salin ew çandiniyê nake. Aslan bi lêv kir ku fiyetê mazotê bûye 6 lîre û bihabûna fiyetên tov û gubre û kotaya hatiye danîn wî dev ji kar berdaye, çimkî tiştê datîne heqê deynê wî dernaxîne. Aslan, anî ziman ku ji ber kotaya hatiye danîn ew tim dixisirin û got: “Salê 50 ton kota didan. Fiyetê mazot û gubre tim zêde dibe, lê kotaya hatiye danîn qet zêde nabe. Ev yek jî rê li ber xisarê vedike. Mad ê cotkar çawa ji derheqê vê yekê derkevin?” Aslan, destnîşan kir ku 20 salin ew vî karî dike, lê belê tu sal bi qasî îsal xirab nebûye. Aslan, diyar kir ku ji ber vê yekê wî dev ji danîna pincarê berdaye û li înşeatan dest bi kar kiriye. 
 
‘JI 100 DONIMÎ DAKET 10 DONIMAN’ 
 
Berhem Polatê ku 20 salan pincar danî û dev ji vî karî berda, anî ziman ku nemaze jî di du salên dawî de wan pir zirar kiriye. Polat, diyar kir ku 30-35 ferdên malbata wî debara xwe bi pincarê dikirin û got: “Paşê kota derxistin û kotaya didan me daxistin. Berê me 100 donim datanî, lê paşê tenê destûra 10 donimî dan. Niha jî fabrîkayên şekir kesîde dikin. Ez wisa difikirim ku dê taliyê fabrika bên girtin.” Aslan bi lêv kir ku maliyeta gubre û mazotê tim zêde dibe û got: “Ligel vê yekê jî, eger kota tunebûna belkî me çandinî dewam bikirana. Lê belê heta ku kota hebe em ê vî karî nekin. Zêdeyî 20 salin em vî karî dikin, lê di du sê salên dawî de rewş xirab bû. Mazot bûye 6 lîre, fiyetê gubre her roj biha dibe. Êdî em nikarin çandiniyê jî bikin. Nihat ê gotin ku fabrîke tên kesîdekirin. Lê ez wisa difikirim ku fêdeya vê yekê li tu kesî tune ye.” Her wiha polat destîşan kir ku berê rewş xirab bûna jî, kêm zêde dewletê alîkarî dikir û got: “Me digot ‘em pincarê deynin tenê prîmên me yên Bag-Kûrê bên razandin jî bes e.’ Lê piştî hatin kesîdekirin êdî dê ev jî nebe.” 
 
Ahmet Aslan (57) ku ji fabrikaya şekir teqawid bûye bal kişand ser dezavantajên kesîdekirinê û got: “Cotkaran winda kir, esnafan winda kir. Firotina fabrîkayên şekir zirar e. Bi vê yekê tenê ne cotkar, ji kamyonavn bigire heta traktorvan bi saya vê fabrîkayê debara xwe dikir. Eger fabrika bê firotin an jî girtin dê rewş xirabtir bibe.” 
 
‘COTKARÎ QEDIYA’ 
 
Cotkar Selahattin Çelik jî, destnîşan kir ku ji ber zêdebûna maliyetan ew nikarin çandiniyê bikin. Çelik got: “Li herêmê êdî pincar nayê çandin. Çimkî em nikarin erdên xwe av bidin. Ji ber kotayê em nikarin zêde çandiniyê bikin. Her wiha ji ber bihabûnê em nikarin mazot û gubre bikirin. Em cotkarin, lê traktor li ber deriye malê badilhewa disekirin. Ji ber zêdebûna maliyetan em nikarin erdên xwe bajon, çandiyê bikin û cotkariyê bikin.” 
 
MA / Mujdat Can