Havîn hat lê hêj bihayê kayê bi weraqekê ye

img
WAN - Li Bazara Kayê ya Wanê salên berê rojê nêzî 250 ton ka dihat firotin, lê îsal ji ber bihabûna kayê firotina rojane daket 20 tonan. Ligel zivistan xelas bû û bihar hat jî, hêj li Wanê kîloya kayê bi 1 TL’î tê firotin. 
 
Li herêma Wanê li gel zivistan xelas bû û bihar hat û hindik maye havîn jî bi ser ve were, lê hêj bihayê kayê wek demsala zivistanê bihaye. Li Bazara Kayê ya Wanê herî zêde îsal piyasaya kayê sekinîbû. Bazirganên kayê û yên dixwazin kayê bikerin ji ber bihayê kayê danekeve bi gazin in. Salên berê li bazarê rojane nêzî 250 ton ka dihat firotin, lê îsal ji ber bihabûna kayê firotina kayê ya rojane daket bin 20 tonan. 
 
'CARA YEKEMÎN EZ TIŞTEK WIHDA DIBÎNIM’ 
 
Alîkarê Serokê Koperatîfa Kafiroşan Hasan Unver diyar kir ku 20 sal e ew kayê difiroşin lê sala herî xerab îsal derbas kirin û got: “Li gel hewa xweş bûye jî bihayê kayê danekeve. Ne xuyaye ku biha dakeve jî.”
 
'ÊDÎ KES NIKARE KAYÊ JÎ BIKIRE’ 
 
Unver da zanîn ku ka ji bajarên mîna Amed, Êlih, Riha û Mêrdînê diçe herêma Serhedê û wiha got: “Ji ber ku bajarê dûr tê, gelek bi mesref e. Ji ber van mesrefan jî biha dibe. Dema biha bibe jî kes nikare kayê jî bikire. Heta yên tên ji me kayê dikirin jî pevdiçin. Ne yên difiroşin û ne jî yên dikirin ne memnûn in. Heta ku bihayê sotemeniyê ango mazotê kêm nebe, dê ka jî erzan nebe.” 
 
‘HETA MAZOT ERZAN NEBE, KA JÎ ERZAN NABE’ 
 
Serokê Koperatîfa Temîn-Tevzî ya Kafiroş û Êm a Gola Wanê Selahattîn Alkan jî bal kişand ser bihabûna kayê û êm û wiha got: “Êdî em nikarin hilberînin. Kaya spî em ji Amed, Riha, Mêrdîn û Êlihê dikirin. Kaya hêşîn jî em ji Agirî, Îdir û Bedlîsê distînin. Tevî ku dibe havîn jî lê hêj biha danekeve. Em kaya spî bi 55 qirûşî, kaya nîskan lîreyekî û kaya hêşînayî jî bi lîreyek û 10 qirûşî difiroşin. Ji ber bihabûnê kes nikare kayê û êm bistîne. Ez ne bawerim ev biha dakeve jî. Heta ku bihayê mazot û neqliyê danekeve dê bihayê kayê jî qet kêm nebe.”