Bi xurdeyên bajar bi bajar kom dikin debara malbatê dikin

img
COLEMÊRG - 4 Ciwanên ji navçeya Cizîra Şirnexê tên navend û navçeyên Colemêrgê, bi xurdeyên kom dikin debara malbatê dikin. Ciwanan, diyar kir ku qezenca wan têra wan neke û gotin: “Em bi rojan di rêyan de dimîn in, tenê nan, penîr û firîngiyan dixwin û di wesayîtê radizin.” 
 
4 ciwanên li navçeya Cizîra Şirnexê dijîn, ji bo xurdeyên li navend û navçeyên Colemêrgê kom bibin 3-4 rojan di rêde dimin û dûrê xurdeyên kom dikin, dibin Cizîrê difiroşin. Ciwanan diyar kirin ku bi rojan di wesayîtê de radizin û wiha axivin: “Piştî evqas zor û zehmetiyê rojê her yek ji me tenê 50’î TL’an qezenc dike. Reşît Acar, anî ziman ku bi hevalên xwe re ji malê derdikevin û ji bajaroka Qilaban Şirnexê bigerin haya navend û navçeyên Gever, Şemzînan û Çelê yên Colemêrgê digerin û wiha got: “Gele caran em heya sînorê Îranê jî diçin û xurdeyan kom dikin. Em di wesayîtê de radizin. Bi rojan tenê nan, penîr  û firîngiyan dixwin. Rojê ji her yek me re 50’î TL bimîne, em wê rojê xwe bi şans dibînin. Ligel evqas zor û zehmetiyê jî me nikarin bi awayekê baş debara malbatên xwe bikin.” 
 
'EZ DEBARA MALBATEK JI 10 KESAN PÊK TÊ DIKIM’
 
Ozgur Acar jî, da zanîn ku ew hewl didin di cihên xirabkirî de xurdeyan kom bikin û wiha bilêv kir: “Her roj em vê zor û zehmetiyê dikêşin. Di destê me de neê 200 TL dimîne. Gava em bûhayê mazotê dinava xwe de parve dikin jî tenê ji me re 50’î TL dimîne. Ez hewl didim malbatekê ji 10 kesan pêk tê bi vê pareyi xwedî bikim. Ji ber ku kar tuneye em dikevin ser van rêyan.”
 
 ‘JI BO DEBARÊ EM VÎ KARÎ DIKIN'
 
Îbrahîm Coşkun jî, diyar kir ku ji zaroktiyê ve dest bi xebatê kir û wiha got: “Ji bo debara malbatê min dest ji dibistanê berda. Ji ber kar min dem nedît biçin dibistanê. Malbata min ji 12 kesan pêk tê. Ji ber vê pirsgirêka me ya debarê heye. Ez mezinê  malê me û neçar mam ku li malbatê mêze bikim. Em ji bi vî awayê debara malbatê dikin.” 
 
'GER EM VÎ KARÎ NEKIN DÊ MALBATÊN ME BÎRÇÎ BIMÎNIN'
 
Coşkun, destnîşan kir ku gelek caran qeza kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ger wesayîta me xerab bibe û em qeza bikin, bi rojan em bixebitin jî, em nikarin heqê wê derxînin. Pareyên çend rojan me qezenc kirî ji bo mesrefên wê diçe. Ger em vî karî nekin jî, wê malbatên me bîrçî bimîn in.”
 
MA / Hamza Gunduz