AKP'ê 60 milyar dolar malê gel firot û li projeyên xwe yên 'Har' xerç kir

img

ENQERE - Îktîdara AKP'ê ku sal bi sal malê cemaweriyê firot sermayeya derve, di 16 salan de bi 60 mîlyar dolar malên cemaweriyê firot û ev pere li projeyên xwe yên "Har" xerç kir

Îktîdara AKP'ê 16 salin bi serê xwe hikûmetê ava dike û bi serê xwe Tirkiye bi rêve dibe. Di her hilbijartinê de gelek sozên mezin dide gel û piştî hilbijartinê daxwazên gel pêk nayên. Bi taybetî di rewşa aborî de Tirkiye bêtir dikeve nava qirîz û pirsgrêkan. Di serdema AKP'ê de bi hezaran saziyên cemaweriyê hatin arizîkirin. Gelek sazî û dezgehên xwedî stratejîk firotin şîrketên biyanî. Li gorî rapora Butçeya 2018'an a ku Wezareta Maliyê pêşkêşî Komîsyona Butçe û Planê ya Meclîsê kir, ji sala 1986'an heta 2017'an ji saziyên ku hatin arizîkirin bi giştî gîhaşt 68,8 milyar dolarî. 60,8 milyar dolarê vê hatinê di serdema AKP'ê de hat bi destxistin.  Beriya AKP'ê tenê 8 milyar dolar hat bi destxistin. 
 
HEMÛ FIROTIN SERMAYEYÊN BIYANΠ
 
AKP ku di her serdemê de bi welatên rojava re dikeve nava rageşiyê li aliyê din bi Katar û gelek welatên Ereb re têkiliyên balkêş pêş dixe. 
AKP'ê di 2005'an de ji sedî 55 sermayeya TURK TELEKOM'ê firto şirketa ereb a Ojer Telekom. Ji sedî 51'ê TUPRAŞ'ê bi 4.1 milyar dolarî firot şîrketa înglîsîtanê ya Shell- Koçê. Di 2006'an de ji sedî 51'ê PETKİM'ê bi 2 milyar dolarî firot Azer Socarê, 6 fabrîqeyên çixarê yên TEKEL'ê bi 1.7 milyar dolarî firot şîrketa British&American Tobacco ya Hollanda. Dîsa beşa tiryakên vexwarinê yên TEKEL'ê 3 sal şûnde bi 2,5 buhayê xwe dewrî Şîrteta Fon TPG ya DYA'yê kir. Şîrketa Fon 5 sal şûnde 10 qat bi buhayê krînê firot. Ji sedî 17 sermayeya Halk Bankayê jî firot sermayeya biyanî. 
 
Ji pereyên arizîkirinê 47 milyar dolar da Xezînê û Fona Hevkariya Cemaweriyê. 47 milyar dolarê da xezînê jî li deynê hundir û derve xerç kir. Dîsa li lêçûna "Projeyên Har" ên rê û bendavan xerç kir. Dema AKP'ê şîrket, mal û milkê gel firot jî diyar kir ku ji bo xizmet û berjewendiya gel vê yekê dike û propaganda xwe kir.  Tevî ku AKP'ê bi 60,8 milyar dolar mal û milkê gel û cemaweriyê firot jî dîsa 20.2 milyar TL valahî û kêmasî heye. 
 
HERÎ ZÊDE DI SERDEMA AKP'Ê DE MAL Û MILK HAT FIROTIN 
 
Mal û milkê ku Îkdarê AKP'ê di navbera salên 2003 û 2017'an de firot û herî zêde derket pêş wiha ne: Karkeriyên Taksan, Gerkonsan, SEKA, TEKEL, tezîsên xwê, peravên avê, Merinos Hali, Saziya îlacên çandiniyê, Banka Îş, Arçelik, Tofaş, Çimento, Banka Rabûnê, Lojman, Şîrketên Gaza Xwezayî, Kanên Sifir, Zîv, kargeriyên Goşt, Fabriqeyen şekir, Krom, Gubre, EBUAŞ, Holdinga Sumerê, kargeriyên çerm, Tumosan, Hesin, Çelîk, fabrîqeyên çixatê, Berhemên av û bahrê, THY û Telekom, karkeriyên Yat ên peravan, Fabrîqeyên Aluminyum Rafineyên xwê, tesîsên civakî, fabrîqeyên xalîçe û bataniyan, Gundên betlanê Otelên Hilton, TOPRAŞ,PETKİM, TUPRAŞ, tesîsên betlanê, TCDÎ, TCDD, BUMAS, NİTRO-MAK, Turk Telekomunikasyon  TEDAŞ, 
PETKİM, Şîrketên ceyranê yên Bogaziçî, Toroslar, Araslar, Dicle, Vangolu, Santralên Seyîtomer, Kangal, şîrketên Otelvaniyê, Şîrketên Turizmê Milli Piyango, Santralên Termîkê, Saziyên înşaetê, SEAŞ Kargeriya Linyitê., ADUAŞ, EUAŞ, Santralên Hidroelektrikê û gelek şîrketên din ên li gelek bajaran hatin firotin. 
 
MA / Selman Güzelyüz