Ozverî: Dê îktîdara fatûreya krîzê li karkeran bibire

img

KOCAELÎ – Doxtorê Aboriya Xebatê û Parêzer Mûrat Ozverî diyar kir ku di sozên hilbijartinê yên Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyip Erdogan de ji bo karkeran tu tiştek tune ye. Ozverî destnîşan kir ku krîzeke mezin li pêşiya Tirkiyeyê ye û dê fatûreya krîzê jî li karkeran bê birîn. 

Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyip Erdogan di 6’ê Gulanê de di Kongreya Bajêr a Stenbolê ya partiya xwe de sozên ji bo hilbijartinê daxuyandin. Doxtorê Aboriya Xebatê û Parêzer Mûrat Ozverî sozên Erdogan nirxandin û diyar kir ku îktîdar krîzê bi kar tîne û bi vî awayî dixwaze karkeran terbiye bike. 
 
Ozverî bi lêv kir ku li Tirkiyeyê bi awayekî zêde di warê dahatê de bêedaletiyek heye û divê beriya her tiştî li dijî vê yekê bê derketin. 
 
‘HETA KU TU XERCANEYÊ DIDÎ DEYNÊ KARKERAN BIDE’ 
 
Ozverî anî ziman ku bi awayekî zêde deynên dewletê hene û got: “Dema em dibêjin deynê dewletê heye dibêjin ‘Na ne deynê dewletê, deynê sektora taybet heye.’ Deynên sektora taybet, fîrmayên navnetewî hemû di bin mîsogeriya xezîneyê de ne. Dema fîrma nedin dewlet mecbûr e van deynan bide. Ev deyn jî sîrayetî karkeran dike. Di dîroka komarê de deyndariyeke wiha nehatiye dîtin. Xala din jî ew e ku dema kargeh an jî şîrketek tê girtin, dewlet garantiya deynê wan dide, lê belê ji bo deynê kardêran ê ji bo karkeran xwe li nebihîstinê datîne. Gelek kargeh îflas kirine û qurîşek jî bi destê karkeran nakeve. Heta tu hezar lîreyî wekî xercaneyê didî karkeran deynê xwe yê karkeran bide.” 
 
 ‘KARKER BI KRÎZÊ HATINE TERBIYEKIRIN’ 
 
Ozverî destnîşan kir ku li pêşiya Tirkiyeyê krîzeke mezin heye û dê fatûreya vê krîzê li karkeran bê birîn. Ozverî got: “Eger bi rastî jî hûn hikûmeteke ku karker di etra we de ne bin, hûn dikarin bi guherandinên ne tund standardên jiyana karkeran bilind bikin. Lê zêdebûna dahata karkeran, ji hêla kardêran ve tê wateya zêdebûyîna maliyete.” Ozverî bi lêv kir ku di aboriyeke ku sermaye û îktîdar bûbûn hevkarê hev, bendemayîn ne rast e û got: “Di krîzan de tim karker winda dikin û karker bi krîzê tên terbiyekirin.” 
 
MA / Elif Çetiner