4 sal di ser Somayê re borîn: Çewisandin nîşaneya komkujiyên nû ne

img

MANÎSA – Nûnerê SHD’ê yê Herêma Egeyê Kamîl Kartal diyar kir ku 4 sal di ser komkujiya Somayê re derbas bûne, lê belê hîn jî şidet, çewisandin û gefa li ser karkeran didome. Kartal got, pêkanînên li ocaxên madenan nîşaneya komkujiyên nû ne. 

Di 13’ê Gulana 2014’an de li navçeya Soma ya Manîsayê di madenê de 301 karker miribûn. Di ser komkujiyê re 4 sal derbas bûn, hîn jî doza der barê komkujiyê de didome. Di çarçoveya dozê de 5 jê girtî 51 kes tên darizandin. Nûnerê Komeleya Mafên Civakiyî (SHD) ê Herêma Egeyê Kamîl Kartal behsa karkeran û Somayê kir. 
 
Kartal diyar kir, piştî komkujiyê 6 mehan heqê karkeran nehatiye dayîn û piştî vê demê jî 2 hezar û 800 karker ji kar hatine avêtin. Kartal, anî ziman ku karker bi birçîbûnê tên terbiyekirin û hîn jî tazminata van karkeran nehatiye dayîn. Kamîl, bi lêv kir ku ji van karkeran kesên ji kar hatin derxistin hin jê li madenên din dest bi kar kirine. 
 
‘LI SOMAYÊ BI NAVÊ SENDÎKAYÊ TIŞTEK TUNE YE’ 
 
Kartal, diyar kir ku di nav 4 salên derbasbûyî de li hewzeya Soma û Kinikê qadên nû yên madeneê hatine vekirin, madenên komirê yên girêdayî Midûriyeta Giştî ya Komirên Tirkiyeyê (TKÎ) yeko yeko tên kesîdekirin û pêşkeşî şîrketên taybet tên kirin. Kartal destnîşan kir ku bi pergala modernîzasyonê ya di madenan de şidet, çewisandin û gefa li ser karkeran didome û got: “Li Somayê bi awayekî fiîlî nêzî 15 hezar madenvan dixebitin. Piraniya van madenvanan endamên Sendîkaya Karkerên Madenê ya Tirkiyeyê ne. Lê belê, hem beriya komkujiyê hem jî piştî komkujiyê mirov nikare bêje li vira sendîka heye. Sendîka bi temamî wekî rêxistineke sermayeye tehekumî karkeran dike.” 
 
‘PÊKANÎN NÎŞANEYA KOMKUJIYÊN NÛ NE’ 
 
Kartal diyar kir ku li madenên Somayê li gor pîvanên tenduristî û ewlehiya kar ên navnetewî liv û tevgerek tune ye. Kartal diyar kir ku di rojên îstirhetê de jî karker tên xebitandin û li cihên kar kardêr tahdeyê li karkeran dikin û derxistina ji kar tim pêk tê. Kartal, bi lêv kir ku karkerên neheqî û bêhiqûqiyê bibînin ziman ji kar tên avêtin. Kartal destnîşan kir ku çend roj berê li Şîrketa Anonîm a Komirê ya Somayê, dîsa karker ji kar hatin derxistin. Kartal diyar kir ku dozên karkeran ên karkeran bi ser ketine hene, lê belê di van dozên ku karker bi ser ketine de karên îcrayê jî pêk nayên. Kartal got: “Ev yek tê wateya ku ji karkeran re dibêjin ‘eger tu devê xwe vekî tu yê birçî bimînî. Jixwe tu yê nikaribî tazmînatê bistînî. Tu yê birçîbimînî’ û rêbazeke wisa ya terbiyekirina bi birçîbûnê tê bikaranîn. Li tu deverê cîhanê rêbazeke wisa çewisîner tune ye ku guherînin wardiyeyê berî ku karkerên di hundur de derkevin tê kirin. Yanî ocaxeke ku plansaziya wê li gorî hezar karkerî ye bifikirin. Berî ew wardiye derkeve ya din dikevê û ji nişkave 2 hezar karker di hundurê ocaxê de çêdibin. Ev yek bi tena serê xwe nîşaneya komkujiyên nû ye. Li tu deverê cîhanê tiştekî wisa tune ye.”
 
Her wiha Kartal destnîşan kir ku karkerên ku tev li çalakiyn ku malbatên madenvanan li dar dixin dibin wêneyên wan tên kişandin û karkerên wêneyên wan tên kişandin ji kar tên avêtin. 
 
Kartal diyar kir ku ji bo dawî li cinayetên karî bê dê sibê li Somayê mîtîngeke mezin bê lidarxistin û divê hemû raya demokratîk tev lê bibe. 
 
MA / Ahmet Kanbal