Li sûk û bazaran rûyê tu kesî nakene

AMED - Welatiyên ji bo dan û standinên Cejna Remezanê berê xwe dayîn sûk û bazaran, ji ber buhabûnê destvala vedigerin. Esnafên ku nikarin tiştên xwe bifiroşin jî wiha bertek nîşan dan: “Di demên berê de xelk di cejnan de keyfxweş dibû lê niha ew keyfxweşî nema ye.” 
 
Welatiyên ji bo dan û standinên Cejna Remezanê berê xwe dayîn sûk û bazaran, ji ber buhabûnê destvala vedigerin. Welatiyên ku ji bo keyfxweşkirina zarokên xwe çûyîn bazarê û xwestin cil û berg û pêlavan jê re bikirin, zehmetî kişandin. Heta ji ber buhayê giran, gelek kesan nekarîn şekirokan jî bikirin. Kîloya şekirokên cejnê par derdora 50 TL’an bûn û îsa buhayê wan di navbera 100 û 200 lîreyan de diguhere. 
 
Yek ji tiştên herî zêde balê dikişîne jî buhayê goştê sor e. Kîloya goşt 500 TL derbas kiriye û welatî nikarin bikirin. 
 
Xelkê Amedê têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî, gazinên xwe anîn ziman û gotin ku sedema vê îktîdar e. 
 
YÊN BI QELÎTE JI BO MÊVANAN ÊN ERZAN JÎ BO XWE DIKIRIN 
 
Hasan Sabuhtekîn astengdar e û mûçeyê wî 2 hezar û 800 TL ye. Sabuhtekîn got ku hewl dide bi vî mûçeyî debara xwe bike û wiha got: “Di cejna din de kîloya şekirokan 500 TL bû lê niha bûye 150 TL. Her tişt 2-3 qet buhatir bûye. Şekirok ewqas buha bûne ku em ji neçarî yên bi qelîte ji bo mêvanan û yên erzan ji bo xwe dikirin. Cil û bergên zarokan jî pir buha ne. Me got em ji bo zarokên xwe cil û bergan bikirin lê nikarin bikirin. Parçeyeke ku par me ji bo zarokên xwe dikirî 20 TL bû lê niha ji 60 TL’an kêmtir nînin.” 
 
‘HER TIŞT DU QET BUHATIR BÛYE’
 
Welatiyê bi navê Benduh Tulay jî da zanîn ku tevî hevjîna xwe hewl didin debara xwe bi mûçeyê xwe yê 7 hezar TL’an bikin. Tulay, ev tişt anî ziman: “Her çend bi zehmetî jî be me par dikariya debara xwe bi mûçeyê bikira. Lê niha her tişt du qet buhatir bûye. Ma em ê çawa debara xwe bikin? Bi kurt û kurmancî îsal her tişt kambax e. Parçeyeke par me par bi 50 TL’an dikirî niha ji 200 TL’an kêmtir nîne. Erdogan aborî têk bir. Êdî ya bi xêr.” 
 
‘MA EV MIROV JI BIRÇÎNAN BIMIRIN?’
 
Mûsak Ozkan jî ji ber buhabûnê bi gazinc bû û berteka xwe wiha nîşan da: “Mirov nikarin pariyekî nan ji malbata xwe re bibin. Vaye cejn tê û gelek kes niarin ji malbata xwe re pere bibin. Heta memûr jî nikarin kirêyên mala xwe bidin. Ma ev mirov ji birçînan bimirin? Ez nikarim bigirim, dema ez mûçeyê xwe digirim bi zor û zehmet fatûre û heqê kirêya xwe didim. Heke tişt bên erzankirin dê baş bibe. Qet nebe belkî xelk bikare danûstandinê bike. Me heta ku derê dê van zeman bikin?”
 
Bubî Şen ku debara xwe bi mûçeyê xwe yê teqawidiyê dike jî rewşa xwe wiha vegot: “Ez, hevjîn û zarokên xwe debara xwe bi vî mûçeyî dikin û em ê ji birçînan bimirin. Par kîloya goştê mirişê di navbera 20-30 lîreyan de bû. Lê niha bûye 150 TL. Goştê sor jî bûye 500 TL. Jixwe tu kes nikare wî bikire. Xelk feqîr û mexdûr e.” 
 
Sedat Surmelî jî anî ziman ku aborî roj bi roj xerabtir dibe lewma nikarin biçin danûstandinê bikin. Surmelî, got ku di rewşeke perîşe de ne. 
 
‘DAYIK NIKARIN JI ZAROKÊN XWE RE TIŞTAN BIKIRIN’ 
 
Avniye Dîndar diyar kir ku ew bi tenê dijî lê dîsa jî di mijara danûstandinê de pir zehmetî kişandiye. Dîndar, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li hinek cihan buhayê tiştan erzantir e lê tevî vê yekê jî dayik li cil û bergan dinêrîn û nikarin ji zarokên xwe re bikirin. Heke gotin di cih de be xelk birçî ye û rewş roj bi roj xerabtir dibe. Di demên berê de baş bû lê niha kesekî bi mûçeyê kêmtirîn dixebite nikare debara malbateke ji 5 kesan pêk tê bike. Pir zehmet e.” 
 
Cemal Kaya jî da zanîn ku welatî ji bo di cejnê de ji zarokên xwe re cil û bergan bikirin neçar mane ku cil û bergên xwe bifiroşin. 
 
ESNAF JÎ BI GAZINC IN
 
Di heman demê de esnaf jî ji rewşa heyî bigazinc in. Esnaf dibêjin ku nikarin tiştê xwe bifiroşin. 
 
Ji esnafên Sûrê Alî Haydar Çavli destnîşan kir ku nikare bazirganiyê bike û wiha dom kir: “Buhayê tiştan roj bi roj zêde dibe. Êdî xelk ji tiştan kar nake. Seneda wî/wê heye, çek heye lê esnaf nikare bifiroşe. Cejn hatiye lê kesek ji bo zarokan cil û bergan nakire. Etîket rabûne, veguheriye bazara aboriyê ya serbest. Teqawid jî ji ber mûçeyê kêm nikarin debara mala xwe bikin.” 
 
Esnafê bi navê Hasan Erzî jî da zanîn ku ji ber buhabûna her tiştî xelk nikare danûstandinê bike lewma dikanên wan vala ne. Erzî, wiha bi dawî kir: “Dema mirov dikevin dikanê xwe biçûk û kesên berhewce hîs dikin. Mixabin pirsgirêk pir mezin e. Di demên berê de rewş ewqas xerab nebû. Niha tu qîmeta pere nema ye. Di demên berê de xelk di cejnan de keyfxweş dibû lê niha tu keyfxweşî nîne. Xelk di halekî perîşan de ye. Bi hêviya ku em van rojan jî derbas bikin.”