Sehafên Dîlokê serfetihê jî nakin

DÎLOK - Sehafên Taxa Beyê ya dîrokî ya Dîlokê hî nesîbê xwe ji krîza aborî girtine. Sehafan got ku pirî caran bêyî serfetihê bikin dikanên xwe digirin. 
 
Li Tirkiyeyê ji ber ku budçeya ji bo gel tê veqetandin ji bo şer tê xerckirin, krîza aborî kûrtir bû. Ligel gelek derdoran çapxane û sehaf jî nesîbê xwe ji krîzê girtin. Sehafên bandoreke neyînî ji zêdebûna fiyetê pirtûkan stendine, anîn ziman ku di 10 salên dawî de rewşa karê wan pir xirab bûye. 
 
Erdogan Sohbet (60) yê teqawidbûyî, da zanîn ku 30 sal in li Taxa Beyê dixebite û got ku 10 sal berê rewşa karê wan pir baş bûye. Sohbet diyar kir ku ew dikana xwe saet di 11'an de vedike û di navbera 7 û 8'ê êvarî de digire û got: "Rewşa aborî bandorê li me hemûyan kir. Gel bê pere ye û bi zorê debara xwe dike. Nikarin pirtûkan bikirin. A rast, heya ne mebcûr bin pirtûkan naxwînin." 
 
Sohbet da zanîn ku ew bi piranî pirtûkan difiroşin xwendekaran û got ku lê gava pirtûkekê difiroşin nikarin şûna wê dagirin. Sohbet destnîşan kir ku hefteyek e serfetih nekiriye û got: "Her wiha ji ber guherîna mufredatê pirtûkên heyama berê di dest wan de dimînin." 
 
‘FIYETÊ PIRTÛKAN HER HEFTE DIGUHERE'
 
Sehaf Seyda Ahmet Bayraktar jî ku dikana wî li heman taxê ye, anî ziman ku bi guherîne mufredata aperwerdehiyê pir xisirî ne û got: "Bi guherîna mufredatê re pirtûkên li cem me nayên firotin. Em jî mecbûr dimînin ku van pirtûkan bişînin cihê paşveguherandinê. Piraniya mişteriyên me xwendekar in. Em tenê di nava hefteyê de dikanên xwe vedikin. Em tim paş de diçin. Niha em tenê hewl didin heqê mesrefên dikanêd erxin. Ji xeynî vê em tu tiştî qezenc nakin. Lê divê ev der bê biruhûcankirin. Ji vir re dibêjin 'Kuçeya Çandê' lê der barê çandê de tu tişt tune ye." 
 
MA / Ceylan Şahînlî