Şaredarî têkildarî Ziya Turk daxuyanî da

img
WAN - Derket holê ku Ziya Turk di dema qeyûman de bi milyonan lîreyan dahatû bi dest xistiye. Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê daxuyand ku giliya Turk hatiye kirin û derbarê wî de lêpirsîna îdarî hatiye destpêkirin. 
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê a di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de ye, derbarê Ziya Turk de daxuyanî da. Ziya Turk ê hevserokên şaredariyê hedef nîşan dabû di bin navê “reklam û danasînê de ji 3 milyon lîreyan zêdetir dahatû bi dest xistibû. Şaredarî di daxuyaniyê de wiha got: “Wekî ku di hefteya borî de haya raya giştî jî jê çêbû di dema qeyûman de ji şaredariya me bi bihayekî mezin pere ji malperekî nûçeyan a li Wanê re hatiye şandin. Tê dîtin ku ev pere ne ji bo danasînê lê ji bo rewşa hinekan baş bike hatine şandin. Tê fêmkirin ku qeyûm bi awayekî bêusil û derveyî wijdanê şaredariyê di bin qerên giran de hiştine û kirarî kirine.” 
 
‘BÊYÎ DANASÎNÊ BIKE PEREYEKÎ MEZIN HATIYE RAZANDIN’
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Turk şaredariyê kiriye hedef û ev tişt hatin gotin: “Xwediyê malperê ku ji bo vê gemariyê veşêre, bi gelek nûçeyên derewîn re şaredariya me hedef digire. Li gorî me sedama êrişên ku tên kirin, bi derketina van nûçeyan baştir tê fêmkirin. Em bi awayekî eşkere diyar dikin ku; em ê destûrê nedin ku şaredarî wekî kelepûrê hin kesan were bikaranîn. Yekîneya me ya hiqûqê ji ber van sedeman, derbarê kirariyên bêusil û pereyên hatine şandin de lêpirsînê daye destpêkirin. Di  lêpirsîna me kiriye de derket holê ku bêyî danasîna şaredariya me were kirin pereyekî mezin hatiye razandin.” 
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku derbarê kesên îmzeyê avêtine bin belgeyan de lêpirsîna îdarî hatiye vekirin û wiha pê de çû: “Dê têkildarî mijara behsê xeberê, derbarê kesên ku rayeya wan a îmzeyê heye û yên ku rayeya xwe ya venêrînê nekirine de lêkolîna îdarî were kirin. Herwiha dê têkildarî malpera behsa xeberê ya medyayê de jî dê bi saziyên têkildar re gilî were kirin.”