Aborînas Nas: Fatûre li gel û xebatkarên cemaweriyê hatiye birîn

img

STENBOL - Aborînas Nesrîn Nasê ku "Di Cemaweriyê de Pakêta Teserifê" ya hikûmetê eşkere kir, anî ziman ku fatûre li gel û xebatkarên cemaweriyê hatiye birîne. 

Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Mehmet Şîmşek û Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz, duh "Di Cemaweriyê de Pakêta Teserifê" eşkere kirin. Li gor pakêta hat eşkerekirin, wê di cemaweriyê de wesayîtên nû û avahî neyên stendin û kirêkirin û dê heya kesên heyî teaqwid nebin tu personel neyên girtin. Hêjayî gotinê ye ku di pakêtê der barê xercaneyên serokkomariyê de tu tişt tune bûn.
 
Aborînas-siyastemedar Nesrîn Nas pakêta navborî nirxandin û got ku ev tevdîr dê civakê xizantir bike. 
 
'FATÛRE LI GEL HAT BIRÎN'
 
Nasê diyar kir ku civak bi enflasyoneke mezin re têdikoşe û got ku di pakêtê de "tiştekî mirov pê matmayî bimîne" tune ye. Nasê got: "Bi piranî sînordarkirina derfetên personelên cemaweriyê û taloqkirina projeyên rêveberiyên xwecihî hene. Ev tevdîr, dê xizanî û krîza di civakê de kûrtir bike."
 
Nasê bilêv kir ku fatûreya tevdîran li gel û xebatkarên cemaweriyê hatiye birîn û got: "Tê dîtin ku tevdşriên teserifê barekî din daye ser pişta welatiyan. Mesela, wesayîtên serwîsê yên karmendan hatine betalkirin. Ev wê barê xebatkaran girantir bike. Teserifa cemaweriyê bi temamî bar daye ser pişta xebatkaran. Xercaneyên serokkomariyê bandorê ji teserifan nagirin. Desthilat, dixwaze pirsgirêkên gel bi teserifa cemaweriyê binixumîne." 
 
'STRATEJIYEKE HILBIJARTINÊ YE'
 
Nasê bal kişand ser dema tevdîrên teserifê û got ku pêngava teeserifan pêngaveke ji bo hilbijartinên bê ye. Nasê wiha domand: "4 sal şûn de hilbijartina serokkomariyê heye. Wê 3 salan li ser hev etserifê bikin û wê di sala dawî de jî xercaneyan zêde bikin. Ev stratejiyeke bi zanebûnî ye." 
 
MA / Ferdî Bayram