Ji ber qerên qeyûm ceyrana MARSÛ’yê hate birîn

img
MÊRDÎN – DEDAŞ, qerên qeyûm li pey xwe hiştine wek hincet nîşan da û ceyrana MARSÛ’yê birî. 
 
Belavkariya Ceyranê ya Dîcle A.Ş.’yê pompeya avê belavî navçeyên Mêrdîn, Artûklû û Qoserê dike birî. Ji bo birîna ceyranê 600 milyon lîre qerê dema qeyûm ê Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê (MARSÛ) hatE nîşandan. 
 
Bi ser karûbarên birîna ceyranê, Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ahmet Turk, bi rayedarên DEDAŞ’ê re hevdîtinek pêk anî. DEDAŞ’ê piştî hevdîtinê, birîna ceyranê da sekinandin. Bi vê yekê belavkirina avê ji nû ve hate domandin.  
 
Rayedarên MARSÛ’yê diyar kirin ku di dema qeyûm de MARSÛ 384 milyon 700 hezar lîre qer hiştine û bi bîr xistin ku ji ber ev qer nehatine razandin, faîza ketiye ser qer ev qer gihiştiye 600 milyon lîreyan. Hat destnîşankirin ku ji ber qerê heyî, her roj nêzî 500 hezar lîre faîz tê ser qer.