Eşqa pîşeyî ya 59 salan

SÊRT - Beşîr Ozkiliç ê li Sêrtê dijî, pîşeya xwe ya tamîrkirina pêlavan ku di 9 saliya xwe de weke berhosta destpêkiribû 50 sal in bi hezkirin didomîne. 
 
Beşîr Ozkiliç ê 68 salî ku li Sêrtê dijî, ji sala 1965’an ve karê tamîrkirina pêlavan dike. Ozkiliç, dema hêj 9 salî bû ji aliyê pîra xwe li cem kesekî pêlavan tamîr dike, hate bicihkirin. Ozkiliç ê di 14 saliya xwe de hînî pîşeyê bû, pişt re ji xwe re kargehek vekir. Ozkiliç nêzî 20 sal in li kargeha xwe ya 3 mîtroçargoşe pîşeya xwe bi hezkirin dike û didomîne. Ozkiliç ê di nava şêniyên taxê de weke “Beşîr Ûsta” tê zanîn, ji bilî pêlavan, çanteyan jî tamîr dike. 
 
Ozkiliç, anî ziman ku “aşiqî” pîşeya xwe ye û diyar kir ku hem debara xwe dike hem jî her 5 zarokên xwe bi debara ji vir bi destxistî mezin kirine. Ozkiliç da zanîn ku heman pîşe nîşanî 2 birayên xwe jî daye û bi lêv kir ku tevî sal derbas dibin, hejmara kesên ku tên pêlavên xwe tamîr dikin jî kêm dibe. Ozkiliç, sedema vê yekê jî wiha vegot: “Mirov şûna ku pêlavên xwe tamîr bikin diçin pêlavan dikirin.”
 
‘EZ GARANTIYÊ DIDIM BIKIRÊN XWE’  
 
Ozkiliç ê bi lêv kir ku bi bikirên xwe re weke malbatekê ne, îşaret bi nivîsa “Pêlavfiroşê malbatan” a li kargehê kir û got: “Bikirên min hemû gelek hêja ne, piştî têkiliya me ya bi demê re weke malbat tên dikanê.”
 
Ozkiliç, bi lêv kir ku muşteriyên wî gelemperî muşteriyên daîmî ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez karê xwe bi hezkirin û paqij dikim. Ez garantiyê didim bikirên xwe; bi qalîte dixebitim. Ez xwedî îdia me. Divê dikandar rûbiken be. Heke wisa nebe ji xwe bila qet nexebite.”