Bazarvan nikarin bifiroşin welatî nikarin bikirin

ÊLIH - Dihat payîn ku di meha gulanê de bihayê zebze û fêkiyan erzan bibe lê ev bendewarî vala derket. Esnafên bazarê ji ber ku nikarin berhemên xwe bifiroşin û welatî jî ji ber ku nikarin bikirin bi gilî û gazincin. 
 
Yek ji qadên herî zêde bandora krîza aborî lê tê hîskirin jî bihayê li bazaran e. Di meha gulanê de berhemên çandiniyê derdikevin û welatî li bendê dimînin ku bihayê zebze û fêkiyan erzan bibe lê îsal ev bendewarî vala pêk nehat. Esnafên bazarê ji ber ku nikarin berhemên xwe bifiroşin û welatî jî ji ber ku nikarin bikirin bi gilî û gazincin.  Li Êlihê kîloya fêkiyên wekî muz, çîlek û xoxan di navbera 25-75 TL’an de diguhere. Bihayê zebzeyan jî di navbera 20-50 lîreyan de ye. 
 
Şîrîn Avci anî ziman ku ji bo danûstandina bazarê ya heftane 500 TL bûdçe veqetandiye lê nekariye gelek pêdiviyên xwe pêşwazî bike. Avci, wiha got: “Dixwazim gelek tiştan bikirim lê pereyê min bi têr nake. Her tişt gelek biha ye û êdî kesek nikare debara xwe bike. Heke em dengê xwe bidin bihîstin jî tu kes jê re nabe çare. Di salên berê de me bi 50 TL’an erebeya bazarê tije dikir lê niha bi hezar lîreyan nikarim pêdiviyên 3 kesan bikirim.” 
 
Welatiya bi navê Hediye Yilmaz jî ev tişt anî ziman: “Ji me re gelek tişt lazim in lê em nikarin bikirin. Ya herî erzan bexdenûz e lê ew jî bûye 10 TL. Ji ber bihabûnê em nikarin tiştekî bikirin. Tiştên pêdiviya me pê hene em nikarin ji kîloyekê zêdetir bikirin. Em li bendê ne ku êdî çareseriyekê bo krîza aborî peyda bikin.” 
 
Mûsa Karadenîz jî anî ziman ku krîza aborî gelek mezin e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xelk nikare bo xwe nan jî bikire. Bihayê nan her ku diçe zêde dibe. Ma dê gel debara xwe çawa bike? Bêkarî roj bi roj zêde dibe. Dev ji kirîna goştê sor berdin, em êdî nikarin mehê carekê goştê mirîşkê jî bikirin.” 
 
Felek Kalkan jî diyar kir ku ji hêla aborî ve bi rewşekî gelek xerab re rû bi rû ne û wiha got: “Em bi 3-4 hezar lîreyan ji malê derdikevin lê nikarin tiştên dixwazin bikirin. Di salên berê de min li gel mesrefên mitbaxê, her wiha ji xwe re zêr dikirî. Lê pereyê niha bi têrî lêçûnên mitbaxê jî nake.” 
 
MÛÇEYÊ TEQAWIDAN BI TÊRÎ BAZARÊ NAKIN 
 
Mehmet Şerîf Peyçî jî da zanîn ku debara xwe bi mûçeyê teqawidan dike û ev tişt anî ziman: “Mûçeyê min ê teqawidiyê 10 hezar lîre ye û bi têrî danûstandina bazarê nake. Hêj mesrefên ard, savar, rûn û hwd. hene. Ji xwe ez wan qet hesab jî nakim. Bi kurt û kurmancî dewlemend dewlemendtir bû û yên mîna me jî îflas kirin. Em ji bo danûstandinê hatine bazarê lê nikarin bikin. Ji ber ku kîloya zebeşî bûye 100 lîre, ya bacan bûye 15, marol bûye 20 lîre. Ma em ê çawa bikirin? Ez ne tenê ji bo xwe dibêjim. Tu kes nikare bikire. Pêşengên vê civakê ev civak xistiye vî halî.” 
 
ESNAFÊ BAZARÊ JÎ BI GILÎ Û GAZINC E
 
Bi qasî welatiyan, esnafên bazarê jî ji rewşa heyî bi gilî û gazinc in. Ji esnafan Naîf Gultekîn anî ziman ku di nava şert û mercên zehmet de dixebitin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em di saetên şevê de radibin lê gelek caran destvala vedigerin mala xwe. Em nikarin berhemên xwe bifiroşin. Ji ber ku tiştên me di destê me de dimînin, em neçar dimînin ku erzan bifiroşin. Ji ber ku dema fêkî û zebze dimîne, dirize. Ev jî dibe pirsgirêkeke din. Çareseriya vê pirsgirêkê li meclisê ye. Divê vê pirsgirêkê çareser bikin.” 
 
Bazarvan Mehmet Şah Adlig jî destnîşan kir ku berhemên wî ji bo roja din dimînin û ji bo bikare karê xwe bike divê berhemên xwe veguherîne pereyî. Adlig, got ku ji bilî vî karî çi karên din ji destê wî nayên û ev tişt anî ziman: “Heke gotin di cih de be em mecbûr mane. Çandinî, mazot û hwd. heta digihije ber destê me bihayê wê zêde dibe. Ji ber ku gelek caran berhemên em difiroşin, heqê xwe yê heqdestê neqliyetê jî pêşwazî nake.” 
 
BIHAYÊ SOTEMENIYÊ DIDE ZORÊ 
 
Bazarvan Ahmet Gul jî got ku sedema bihabûna her tiştî bihayê sotemeniyê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Kîloya lobiyan divê niha bi 10 TL’an bûye. Lê ji ber ku bihayê mazotê zêde ye, kîloya wan bi 50 TL’an e. Îcar karkerên wan berhev dikin jî rojê bi hezar lîreyan dixebite.”