Ji ber bihabûna zêr berê xwe didin îmîtasyonvanan

img
WAN - Esnafan ragihand ku zêdebûna fiyetên zêr daxwaza îmîtasyonê zêde dike û gotin ku ji ber krîza aborî heya ji destê welatiyan tê lêçûnên xwe kêm dikin. 
 
Ji ber krîza aborî fiyetê zêr her diçe zêdetir dibe. Girêdayî vê zêdebûnê daxwaza ji bo zêrên îmîtasyonê jî zêde dibe. Bazinê 22 eyar li cem zêrfiroşan herî kêm bi 40 hezar TL'yî tê firotin û li cem îmîtasyonavanan jî bi 400 lîreyî tê firotin. Li Wanê welatî jî ji bo mesrefên xwe yên dawetê kêm bikin berê xwe didin cem îmîtasyonavanan. 
 
Ji esnafên ku zêrên îmîtasyonê difiroşin Zana Borak, anî ziman ku li bajêr lêçûnên dawetê nêzî milyonek TL ye. Borak diyar kir ku bazinên ku li cem zêrfiroşan bi dehhezaran lîreyan tên firotin li cem wan bi 400 lîreyî ye. Borak got: "Mirov ji ber krîza aborî fikirin ku wê mesrefên xwe yên dawetê çawa kêm bikin. Bi taybetî di 2 salênd awî de daxwazeke zêde heye. Em dibêjin îmîtasyon, lê fiyetê wê jî ji mirovan re zêde tê. Her diçe fiyetê îmîtasyonê jî zêde dibe." 
 
Azad Kayayê dikana wî li Bazara Gel a Wanê ye, diyar kir ku krîza aborî bandorê li her sektorê kiriye. Kaya bal kişand ser fiyetê zêran ku her diçe biha dibin û got: "Mirovên nû dizewicin êdî nikarin zêran bikirin. Îmîtasyon û zêr êdî ketine qayişê. Her ku fiyetê zêran biha dibe karê me jî zêdetir dibe. Mirov dibêjin bila zêr xuya bikin, tên îmîtasyonê tecrîh dikin. Ji lew re lêçûnên dawetan pir zêde bûne û mirov êdî nikarin ji bin rabin. Ji ber vê ji mecbûrî tên îmîtasyonê dikirin."
 
Hasan Boran ku got "Mirov êdî nikarin zêran bikirin" diyar kir ku mirov ji bêgavî berê xwe didin cem îmîtasyonavanan.