57 karker ji xwarinê jehrî bûn

img
MÊRSÎN - Li navçeya Tarsûsê 57 karkerên li fabrîkayek plastîkê dixebitîn, ji xwarinê jehrî bûn û rakirin nexweşxaneyê. 
 
Li fabrîkayek plastîkê ya li navçeya Tarûsa Mêrsînê 57 karker bi gumana ji xwarinê jehrî bûne, rakirin nexweşxaneya dewletê ya Tarsûsê. Karkeran gotiye ku zikê wan diêşe û mîdeya wan li hev dikeve. Hat zanîn ku rewşa karkeran baş e û tedawiya wan li nexweşxaneyê didome.