DEDAŞ’ê trafoya cotkaran rakir: 5 kes hatin binçavkirin

img
RIHA - Li navçeya Sêweregê 5 cotkarên ku li dijî rakirina trafoyên xwe yên bi hinceta “deynê ceyranê” heye derketin hatin binçavkirin. 
 
Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ji bo rakirina trafoyên ceyranê yên cotkarên ku deynên wan ên ceyranê hene bi cendermeyan re bi ser gundê Avûr ê navçeya Sêwereg a Rihayê de girtin. Cotkarên diyar kirin ku wê bi hezaran donim zeviyên wan ên nû hatine çandin bê av bimînin û ji ber rakirina trafoyan astengkirin rastî êrişa cendirmeyan hatin. Cendermeyan ji heman malbatê 5 kes binçavkirin. 
 
Welatiyekî ku tiştên di dema binçavkirinê de qewimîn bi telefonê dikişand, hate derbkirin. Welatiyê ku qeydên di telefona wî de hatin jêbirin, pişt re hate berdan. 
 
Piştî bûyerê cotkaran li dijî rakirina trafoyan çalakiya rêgirtinê pêk anîn. Cotkarên çalakiya xwe ya rê girtinê didomînin û cendermeyên li herêmê bendemayîna xwe didomînin.