Welatiyên ku nikarin debara xwe bikin, eşyayên xwe difiroşin

img
WAN - Dikandarek li Wanê kelûpelên kevn difiroşe. Ew bêtir li ser krediyê ango bi senede firotinê dike. Dikandar got ku hin welatî ji bo deynê karta xwe ya kredî û kirêya xwe bidin, kelûpelên xwe difiroşin. 
 
Şer li ser krîza aborî bandorek neyînî dike û dibe ku krîza aborî hin bêtir zêde bibe. Welatî her ku diçin di nava çerxa krîza aborî de dimînin û feqîrî berbelav dibe. Hin welatî ji bo deynên xwe bidin razandin, kelûpelên li malên xwe difiroşin. Û welatiyên ku nû mala xwe ava dikin jî berê xwe didin kelûpelên kevn ango desta duyemîn. 
 
Li Wanê dikanderek ku kelûpelên kevn ango desta duyemîn (spotçu) difiroşe, têkildarî tabloya aboriyê ya heyî axivî. 
 
XELKÊ BERÊ XWE DA KELÛPELÊN KEVN 
 
Ulaş Dursun ê ku bi salan e kelûpelên-eşyayên malê yên desta duyemîn ango yên kevn difiroşe, diyar kir ku krîz hem bandorê li wan kiriye û hem jî li welatiyan kiriye. Dursun anî ziman ku eşyayên desta duyemîn erzan in daxwaza welatiyan zêde bûye, lê hin welatî nikarin tiştên desta duyemîn jî bikirin. Dursun diyar kir ku firotina eşyayan bi piranî bi karta kredî an jî bi deynan tên kirin û wiha got: “Di salên dawî de kesên di rewşa aborî ya xerab de yan jî deyndar in kelûpelên xwe tînin û difiroşin. Me jî dît ku welatiyên ku nikarin kirêya xwe bidin û deynên xwe bidin jî tiştên xwe difroşin. Niha jî mezûnekî zanîngehê bi me re dixebite. Xwendekaran berê dikaribûn mala xwe ava bikin lê niha pir zehmet e.” 
 
PÊLAVÊN DESTA DUYEMÎN JÎ BIHA BÛNE 
 
Caner Saglam ê ku ji sala 2004’an vir va pêlavên kevn difiroşe jî got ku ev 3 sal in welat ketiye nava krîzek aborî û kes nikare tiştekî bikire. Saglam da zanîn ku di vê merheleyê de îmkana kirîna pêlavên kevn ango desta duyemîn jî tune ye û wiha got: “Berê pêlavek desta duyemîn 150 lîre bû, niha derketine heta hezar lîreyî jî. Ez û tu kes jî ne bawer e di rewşa heyî de aborî baş bibe. Hewl didin ku aboriyê bi bacê rizgar bikin, lê çi dikin bila bikin ew ê nikaribin baş bikin. Rastiya ku mirov niha erzaniyê dixwazin û li ser hilberên desta jî danûstendinê dikin, nîşan dide ku rewş çiqas xirab e. Niha wan tiştek bi navê tedbîrên teserûfê ragihandin. Tiştek bi vê planê çareser nabe. Hewl didin raya giştî bixapînin. Me du salên herî xerab ên jiyana xwe ya dikandariyê li pey xwe hişt. Li şûna ku mirov pêlavan bikirin, neçar dimînin ku pêlavên xwe tamîr bikin û her carê bixin lingên xwe.”