Li Zongûldakê li madenê hezaz çêbû: Karkerek asê ma

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Zongûldakê li kana madenê ya girêdayî Mueseseya Gelîk a TTK’ê hezaz çêbû û karkerek asê ma. 
 
Li kana madenê ya girêdayî Mueseseya Gelîk a Saziya Komirêkevir a Tirkiyeyê (TTK) heza çêbû. Li gorî nûçeya di Dûvarê de cih digire di encama cihê kolînê şemitî karkerê bi navê Tevfîk Can Saner di bin hezazê de ma. Hevalên karkerî yên mesaiye hewl didin hevalê xwe ji bin hezazê xelas bikin. Li ser îxbarê tîmên TTK’ê yên tahliyekirinê sewqî herêmê hatin kirin.