200 karkerên mûçeyên wan nehatin dayîn dest ji kar berdan

img
MÊRDÎN - 200 karkerên Pişesazî yên Endustriya Bîmsan a taxa Şemika ya navçeya Şemrexê ji ber ku bi mehane mûçeyên wan nadin, dest ji kar berdan. 
 
Karkerên Pişesaziya Endustriya Bîmsan a girêdayî Cengîn Holdîng a li taxa Şemika ya navçeya Şemrexa Mêrdînê ku nêzî hikûmetê tê zanîn, dest bi çalakiya kar berdanê kirin.  200 karkerên di karên jêder û montaj kirin boriyan de dixebitin, 8 mehin mûçeyên wan nayên dayîn. Karkeran ji ber vê yekê dest ji kar berdan. 
 
Karkeran, diyar kirin ku heya daxwazên wan neyên qebûl kirin, dê neçin kar.