Bertek nîşanî serokê ku got ‘Em hewl didin şerh deynin ser kurdî’ dan

img
AMED - Şaxa Odeya Endezyarên Hawîrdorê ya Amedê bertek nîşanî gotinên Serokê Giştî yê Odeyê Ahmet Kirmizi yên “Em hewl didin şerh deynin ser kurdî” dan. 
 
Ji aliyê Komeleya Endezyaran a Tirk ve di 1’ê hezîranê de li Enqereyê bi navê “Di sedsala Tirkiyeyê de Endezyar - Pirsgirêk û Pêşniyariyên çareseriyê” panelek li dar xist. Serokê Giştî yê Odeya Endezyarên Hawîrdorê Ahmet Kirmizi yê di panele de weke axivêr cih digirt wiha got: “Em hewl didin mudaxileyê encama deklarasyonê ya 48’emîn Lijneya Giştî ya Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) bikin û em hewl didin şerh deynin ser biryara ku avêtina gavên demokratîk a derbarê bikaranîna zimanê kurdî û zimanên cuda de.”
 
Şaxa Odeya Endezyarên Hawîrdorê ya Amedê têkildarî gotinên Kirmizi daxuyaniyeke nivîskî weşand û bertek nîşanî gotinên wî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Kirmizi li civînên navxweyî de pir rengiyê diparêze û wiha hate gotin: “Lê di platformên cuda de gotinên ku bi xwe re bikeve nava nakokiyê tîne ziman. Em wî vedixwînin jidilbûnê.”
 
‘EM BI KESÊN ŞERH DANÎN RE NABIN HEVKAR’ 
 
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku armanca odeyên Endezyar, Avahîsaz û Plansazên Bajaran ji bilî karên pîşeyî, pêşxistina hestiyariya li hember pirsgirêkên civakî ya li welat e û ev tişt hate gotin: “Em feraseta rêveberiya navenda giştî ya odeyê, endamên wan ên ji pir çandî, pirzimanî û pir rengî dûr ketine qebûl nakin. Em bi kesên ‘şerh danîne’ ser mafê zimanê dayikê yê mafê herî xwezayî ye û wî qebûl nakin re nabin hevkar. Li gel van helwestên ku efsûna jiyanê xera dikin jî em ê têkoşîna xwe ya heqîqetê bi rikdarî bidomînin û em ê bi ser bikevin.”