'Dixwazin ser cînayeta zarokê karker Haskîro binuximînin’

img
EDENE - BÎRTEK-SEN û EMEP’ê diyar kir ku Ahmet Dîrek Turan Haskîro yê li kargehê mir, “zarokek karker” e û got bi senaryoya zarok dema dilîst miriye, dixwazin ser bûyerê bigirin. 
 
Partiya Kedê (EMEP) û Sendîkaya Karkerên Tekstîlê û Çerm (BÎRTEK-SEN) têkildarî Ahmet Dîrek Turan Haskîror yê 11 salî ku duh li kargehek tesktîlê ya li Seyhana Edeneyê ket ber asansorê û jiyana xwe ji dest da, daxuyanî dan. Daxuyanî li kuçeya ku kargeh lê ye hat lidarxistin û pankarta “Bila dawî li cînayetên karkeran bê anîn! Bila zarokên karker neyên xebitandin, bila berpirsiyar bên darizandin” hat vekirin. 
 
'DEWLET TU TEVDÎRAN NAGIRE’ 
 
Serokê EMEP’a Edeneyê Suat Nacar ewilî axivî û diyar kir ku Haskîro li kargeha navborî dixebitî û asansora kargehê xerabûyî bûye û li kargehê jî tu kontrol nehatiye kirin. Nacar anî ziman ku vê cînayetê jî carek din nîşan daye ku ji bo jiyana karkeran tu tevdîr nayên girtin û got: “Tu tevdîr û kontrola mufetîşên kar û dewletê nîne.” 
 
GILÎ HAT KIRIN
 
Nacar bi bîr xist ku îro Roja Têkoşîna Li Dijî Karkeriya Zarokan a Cîhanê ye û duh zarokê karker ê ji Sûriyeyê ku neçar bûye bixebite û ji ber tevdîr nehatine girtin jiyana xwe ji dest daye û got ev bûyer cînayeta kar e. Nacar da zanîn ku wan der barê bûyerê de gilî kiriye. 
 
'DEMA ZAROK DIMIRIN Û DIXEBITIN DEWLET LI KU YE?’ 
 
Nûnerê BÎRTEK-SEN ê Edeneyê parêzer Tugay Bek jî anî ziman ku nayê qebûlkirin ku zarok ji neçarî bixebitin û got: “Ev mirin jî nîşan dide ku patron çawa keda mirovan dixwin. Mixabin ku zarokên wek karker tên xebitandin hê jî jiyana xwe ji dest didin. Binêrin; em îro li vir daxuyanî didin. Polîs li vir in, dewlet li vir e. Lê belê dema ev zarok li van kargehan tên xebitandin û keda wan tê xwarin dewlet, Wezareta Xebatê li ku ne? Me duh giliyê bûyerê kir. Karsaz dixwazin ser vê bûyera li vir bigirin û binuximînin. Senaryoya ku zarok bi dayika xwe re çûye kargehê û dema dilîst jiyana xwe ji dest daye, hat çêkirin. Lê ev senaryo derew e û zarok li wir wek karker hatiye xebitandin. Xwediyê kar dixwaze, ser sûcê xwe binuximîne. Em ê çavê çavê xwe ji vê yekê re negirin. Em ê vê cînayetê bişopînin.”