Tirkiye ji bo karkeran di nava 10 welatên herî xerab de ye

img
ENQERE - Li gorî Endeksa Mafên Kurewî ya Konfederasyona Sendîkayên Navnetewî Tirkiye ji aliyê mafên karkeran ve di nava 10 welatên herî xerab de ye. 
 
Konfederasyona Sendîkayên Navnetewî (ITUC) ya yektiya sendîkayên herî mezin a cîhanê de ye û navenda wê li Belçîkayê ye Endeksa Mafên Kurewî hate weşandin. Di raporê de hate diyarkirin ku li Tirkiyeyê bi salan e bê navber êrişî mafên karkeran û azadiyên wan tê kirin. Hate bilêvkirin ku li Tirkiyeyê zext li maf û azadiyan tê kirin, sendîka û endamên wan bi awayekî sîstematîk bi sûcên bêbingeh derbarê wan de lêpirsîn tên kirin. Di raporê de hate ragihandin ku kardêrên li Tirkiyeyê karkerên ku hewl didin sendîkavaniyê bikin bi awayekî sîstematîk ji kar derdixin û dijminatiya sendîkayê dikin. 
 
Di raporê de cih dan hin mînakên weke birîndarkirina Serokê Sendîkaya Derîteksê yê berê Makûm Alagoz a di êrişa çekdarî de, binçavkirina protestovanên di dema xwepêşandanên 1’ê Gulana 2023’yan de hatin binçavkirin û girtina rêveberên Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) Selma Atabey û Gonul Erden.
 
Li gorî endeksa bal kişand ku nirxên demokratîk û mafên bingehîn li gelek welatan xerab bûne, 10 welatên ku ji bo karkeran herî xerab in Bangladeş, Belarûs, Ekvador, Fîlîpînler, Guatemala, Misir, Miyanmar, Tûnûs û Tirkiye ne.  
 
Endeksa Mafên Kurewî ya saziyê amade kiriye 151 welatan li gorî peyman û hiqûqa Rêxistina Xebatê ya Navnetewî (ILO) bi 97 nîşankaran dinirxîne.