Di 5 mehên ewil ên salê de 738 karker mirin

img
STENBOL - Meclisa ÎSÎG’ê ragihand ku di 5 mehên ewil ên salê de 738 karkeran jiyana xwe ji dest dane. 
 
Meclisa Tenduristiya Kar û Ewlehiya Karkeran (ÎSÎG) “Rapora Cînayetên Kar a 2024’an” parve kir. Li gorî raporê; di 5 mehên ewil ên salê de 738 karkeran di “cînayetên kar” de jiyana xwe ji dest dan. Di raporê de hat gotin ku li gorî rêjeya mirinan, di her 5 rojan carekê de karkerekî jiyana xwe ji dest daye, di meha çileyê de 161, di sibatê de 149, di adarê de 124, di nîsanê de 165 û di gulanê de jî 139 karkeran jiyana xwe ji dest dane. 
 
HERÎ ZÊDE DI QEZAYÊN TRAFÎKÊ DE JIYANA XWE JI DEST DAN 
 
Bi domdarî di raporê de hat diyarkirin ku ji sedî 28’ê karkeran di qezayên trafîkê de, ji sedî 21’an di encama eciqîn û hezazan de, ji sedî 17’an ji ber ketina ji cihên bilind û ji sedî 34’an jî ji ber sedemên cuda jiyana xwe ji dest dane. 
 
MEHA GULANÊ 
 
ÎSÎG’ê da zanîn ku di meha gulanê de 139 karkeran jiyana xwe ji dest dane û ji van 15 jê li Stenbolê, 8’an jê li Bursayê, 7’an li Enqereyê, 6’an li Rihayê û 5’an jî li Aydinê jiyana xwe ji dest dane. Ji karkerên di gulanê de jiyana xwe ji dest dayîn 39 jê ji beşa înşaet û rêyê, 25 jê karkerên çandiniyê û daristanan, 22 jê ji sektora veguhestinê, 8 jê ji karê metalê û 7 jî ji beşa kar a hewînê bûn.