Beriya Cejna Qurbanê li Îdir û Rihayê zem li bihayê nan hate kirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber zêdebûna lêçûnan, beriya Cejna Qurbanê li Îdir û Rihayê zem li bihayê nan hate kirin. 
 
Li bajarê Îdirê beriya Cejna Qurbanê ji sedî 34 zem ji heqê nan re hate kirin. Nanê 200 gram ê li bajar bi 6 lîreyan dihat firotin bi zema dawî re êdî bi 8 lîreyan tê firotin. 
 
Firinvanan gotin ku lêçûnên wan zêde dibin lewma zem hatiye kirin. 
 
RIHA 
 
Li Rihayê jî lîreyek zem ji bo nan hate kirin. Odeya Firinvanan a Rihayê da zanîn ku bi zema dawî re nanê somin ê 200 gram bi 7 lîreyan û nanê din jî 8 lîreyan tê firotin. Hat ragihandin ku dê zema dawî di 14’ê hezîranê de bikeve meriyetê.