Ne kesên difiroşin razî ne, ne jî kesên dikirin!

WAN - Beriya Cejna Qurbanê li Bazara Heywanan ne kesên heywanan difiroşin ne jî kesên dikirin ji bihayan razî ne. 
 
Ji Cejna Qurbanê re du roj man, sewalkar jî hewl didin heywanên di destê wan de mane bifiroşin. Bihayên heywanan ên li gorî sala par ji sedî sed hatine zemkirin û vê yekê bandor li firotinê kir. Sewalkarên hewl didin li Bazara Heywanan a li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê hewyanan bifiroşin jî ji bihayên zêde bi gazin in. 
 
JI 122 SEWALAN 3 FIROTIN  
 
Yek ji sewalkaran Ridvan Alpata (36) anî ziman ku 15 sal in karê sewalkariyê dike lê bi rewşeke evqas nebaş re rûbirû nemaye. Alpata, bi lêv kir ku beriya hefteyekê sewal ji bo firotinê anîne lê ji ber hêza kirînê ya gel nîne nikarin sewalên xwe bifiroşin û wiha got: “Mirov tenê ji bo lê binêrin tên. Qurbaniyên sala par 10 hezar lîre bûn, îsal derketine 25 hezar lîreyan. 122 sewalên min hebûn lê min karê tenê 3’yan bifiroşim. Ew jî bi erzanî firotin. Mirov bi mûçeyê kêmtirîn ên digirin dê çawa qurbaniyan bikirin. Mûçeya xwe bide qurbaniyekê dê mehekê çawa debara xwe bike? Her roj serê sibê em bi wesayîtê sewalan tînin û êvarî dîsa dibin malê. Mesrefa min a rojane ya serê her mihê 150-200 lîre ye. Lêçûna min a komî ya rojane jî hema bêje dibe 1000 lîre.”
 
‘LI CEM GEL PERE NÎNE’ 
 
Hasan Şener jî destnîşan kir ku krîza aboriyê ya her roja ku diçe kûr dibe bandorê li herkesê dike û wiha got: “Ez 24 sal in karê sewalkariyê dikim. Ez tu salan nebûm şahidê evqas bihabûnê. Bi rojane tenê diçin û tên. Ji ber ku li cem gel pere nîne. Yê ku tê li bihayî dinêre û diçe. Hin mirov mûçeyê kêmtirîn jî nagirtin dê çawa qurbaniyeke 20 hezar lîre bistîne?” Şener, da zanîn ku sala par firotin baştir bûn û wiha domand: “Heke wiha berdewam bike em ê neçar bimînin dest ji kar berdin. Rewşa gel gelekî nebaş e, kes nikare tiştekî bibe mala xwe. Gelek hevalên me niha zirar kiriye. Divê rayedar demildest ji van pirsgirêkan re çareseriyê bînin.”
 
KARÎ 4 QURBANIYAN BIFIROŞE
 
Sêvdîn Yacan jî da zanîn ku ji 100 mîhên ku anîne bazarê tenê kariye 4’an bifiroşe û ev tişt gotin: “Ez 30 sal in vî karî dikim. Karê sewalkariyê zor û zehmet e. Torbeyekî êm 500 lîre, tona kayê 10 hezar lîre ye. Em hatine asta ku nekarin bikirin. Dîsa ez ji bo sewaleke tînim vir 3 lîreyan didim. Ji bo ku min nekarî sewalan bifiroşim di hefteyekê de 5 hezar lîreyan zirar kir. Heke wiha biçe dê zirara me zêde bibe. Ji ber ku neçarim sewalên ku nikarim bifiroşim bidim qesabî û tevî ku niha kîloya goşt 500 lîre ye jî dê bi 300 lîreyî ji me bigirin. Bi her aliyî ve zirar e. Berpirsyarê vê rewşê desthilat e.”
 
‘KESÊN DIFIROŞIN JÎ KESÊN DIKIRIN JÎ NE RAZÎ NE’ 
 
Sewalkar Hîlmî Kaçka jî destnîşan kir ku ji ber rêveberina nebaş a desthilatê gel di vê rewşê de ye û wiha got: “Ji ber nirxê pereyî ketiye mirov nikarin tiştekî bikirin. Dixwazin qurbaniyan bifiroşin lê bihayên wan gelekî zêde ne. Li welat her ku diçe krîza aboriyê mezin dibe û bihabûn zêde dibe. Mirov êdî nikarin bi mûçeyê kêmtirîn debara xwe bikin. Li gorî sala par ji sedî sed bihayên êm û kayê zêde bûne. Bi rojan e em li vir in lê kesên dikirin nînin. Ne kesên difiroşin ne jî kesên dikirin ji vê rewşê ne razî ne. Yekane çareserî ew e ku desthilat were guhertin û daxwaza me jî ew e ku demildest were guhertin.”
 
‘ZIRAR LI GORÎ SALÊN DIN JI SEDÎ SED E’ 
 
Vahyeddîn Zîrek ê 15 sal in sewalkariyê dike jî anî ziman ku du roj mane ji cejnê re lê kariye ji 150 mihên xwe tenê 10’an bifiroşe. Zîrek, diyar kir ku tu salan firotin qasî îsal neketiye û got: “Em nikarin sewalan bifiroşin, sewal di destê me de man. Zirara me li gorî salên din ji sedî sed e. Her roj ji bo veguhestinê 1000 lîre didim. Her serê sibê tên lê zirar dikin û diçin malê. Du roj man heke firotin çênebe em ê zirareke mezin bikin.”
 
‘SEWAL DI DEST DE MAN’ 
 
Cafer Saglam jî got ku bihayên heywanan jî weke dowîzê li cihê xwe nasekinin û wiha dom kir: “Ez bi salan e sewalkariyê dikim. Cara ewil e bihatiyeke ev qas zêde heye. Weke dolar her roj biha tên guhertin. Sewalên me par bi 8 hezar lîreyan dikirîn niha bûne dora 18-20 hezar lîreyî. Sewal di dest de man.”