Ji bo debarê bi şev û roj dixebitin

img

EDENE- Karkerên di germa havînê de li Çukurovayê daran dişewitînin û dikin rêjî, ji bo debarê, bi malbatî bi şev û roj dixwebitin. 

Li Şaredariya Yenîce ya navçeya Tarsusa Mêrsînê karkerên kal, mezin, jin û zarok bi malbatî darên mişmiş û pirteqalan dişewitînin û dikin rêjî. Malbatan, diyar kirin ku ji bo debarê neçarin vî karî bikin. Malbatên Eye û Ecer li zeviyên ku kirê kirîn bi cih bûne û di kana komirê de dixwebitin. Hemû endamê malbatê ligel toz, ax û dûmanê bi şev û roj dixwebitin. Tevî germa havînê ya herêma Çukurovayê kedek mezin didin. 
 
'KAREKÎ PIR ZEHMET E'
 
Devran Ecer, diyar kir ku destpêkê di nava zeviya pirteqalan de darên riziyayî û yên hatîn jêkirin kom dikin û wiha axivî: “Destpêkê em darên dirêj dixin nava kanê. Piştre jî em şilfan mîna çamber datîn in. Paşê jî em bi ax û kayê ser daran digirin. Dû re darê di navê de me çikandî derdixinin. Rêjiyên şewitî bera hûndir didin û di peyde em devê kanê digirin. Ji bo rêjî neşewite em tim nobetê digirin. Karekê pir bi zehmete. Piştî 30-40 rojan em rêjiyên di nava axê de derdixin û ji xeliyê paqij dikin. Dûre em dixin kîsikan û difiroşin.”   
 
'BI MALBATÎ EM DIXWEBITIN’
 
Ecer, anî ziman ku ji 50 ton dar, 8-10 ton rêjî derdixin û wiha got: “Zivistanê em li malin. Bi destpêka biharê re li kana komûr dest bi çêkirina rêjî dikin.  Em dibin german Çukurovayê de dixebitin. Gava em rêjî ji kanê derdixin zêdetir ji germê bi bandor dibin. Heya 6 mehan em dibin 60 derece germa havînê de di xebitin. Li gel vê yekê jî em berdêla keda xwe nagirin. Bi malbatî em dixebitin. Em kîloyek reji bi 1.85 lireyan difiroşin. Em bi pareyê di havînê de kom dikin, zivistanê debara xwe pê dikin.” 
 
KEDEK MEZIN DIDIN
 
Fahrettîn Eye, jî bal kişand ser zoriya kar û wiha axivî: “Em tim dinava toz û axê dene. Em kedek mezin didin. 30-40 rojan em rêjî çêdikin. Bi zar û zêcên xwe re em vî karî dikin. Em li vir di konan de dimînin. Em ji gemarê xuya nakin. Hemû dûmana reş a daran ser me de tê. Ligel vê yekê em bedela keda xwe nagirin.”