HDK’ê ji bo karkeran ‘Bernameya Dibistana Havînê’ da destpêkirin

STENBOL - Meclisa Kedê ya HDK’ê bi armanca ku di mijara mafên karkeran de hişyariyan bike û tevlibûna karkeran a li têkoşîna civakî “Bernameya Dibistana Havînê” da destpêkirin. 
 
Meclisa Kedê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi armanca ku di mijara mafên karkeran de hişyariyan bike û tevlibûna karkeran a li têkoşîna civakî “Bernameya Dibistana Havînê” da destpêkirin. Bername dê di navbera 30’ê hezîran û 11’ê tebaxê de her rojên yekşemê di navbera saet 11.00’an û 15.00’an de li Navenda Giştî ya HDK’ê ya Beyoglûyê berdewam bike. Di bernameyê de mijarên “Mekanîzmayên mêtîngeriya kapîtalîst” , “sosyalizm” , “dîroka tevgera karkeran” , “têkoşîna çînî” , “têkoşîna azadiya jinan” , “ekoloji” û “têkoşîna netewî” cih digirin. Di semînera ku nivîskar û akademîsyen jî dê beşdar bin de zanyarî û tecrube jî tên parvekirin. 
 
Endamê Meclisa Kedê yê HDK’ê Denîz Bakir, diyar kir ku di demên dawî de bi awayekî zêde daxwaza rêxistinkirin û perwerdehiyê ji karkeran wergirtine û wiha got: “Me ev daxwaza karkeran li ber çavan girtin û ji bo pirsgirêkên pê re rûbirû dimînin, pêvajoyeke perwerdehiyê ya berfireh da dest pê kirin. Em bi vê perwerdehiyê armanc dikin ku karker di xebatên xwe de di têkoşîna civakî de bihêztir cih bigirin.”
 
ARMANC 
 
Bakir, da zanîn ku bername dê di mijarên weke pirsgirêkên karkeran, azadiya jinê, nijadperestî, karkerên penaber û pirsgirêka gelê kurd de bike ku karker têkiliya bi meseleyên civakî yên berfirehtir re deyne. 
 
‘ME AGAHÎ DA KARKERAN’ 
 
Bakir, diyar kir ku di dersa ewil a Bernameya Dibistana Havînê ya yekşema borî de mijarên “Çawa keda karkeran tê xwarin” û “Ketina Sosyalîzmê” nirxandine û wiha got: “Di dersa me ya ewil de me bi mînakên şênber nîqaş kir ku karker di şertên kar de rastî çi cure îstîsmarê tên. Me alternatîfên ku sosyalîzmê li dijî vê pergala kedxwarinê pêşkeş kirine nîqaş kirin û di vê mijarê de agahî da karkeran.”
 
Bakir, bi lêv kir ku tev li bûn zêdetirî bendewariya wan bûye û wiha berdewam kir: “Beşdarvanan firsend dîtin ku pirsgirêkên di jiyana wan de derdikevin çareser bikin. Ev bername, ne tenê ragihandina agahiyan e, em di heman demê de weke pêvajoyeke rêxistinkirin û têgihiştina têkoşînê penase dikin.”
 
‘MEKANÎZMAYA MÊTÎNGERIYÊ’ 
 
Bakir, da zanîn ku hefteya pêşiya me dê serenavê “Têkiliya di Navbera Têkoşîna Ekolojiyê û Têkoşîna Çînî” binirxînin û ev tişt gotin: “Di navbera texrîbata ekolojîk û kedxwariya karkeran de rast e rast têkiliyek heye. Kîmyasalên ku karker di kargehan de pê re rûbirû dimînin, hem xwezayê qirêj dikin hem jî gefê li tenduristiya kesan dixwin. Di vê semînerê de em ê nîqaş bikin ku ev her du pirsgirêk çawa ji mekanîzmayeke hevpar a kedxwariyê derdikevin û armanc dikin ku hesasiyeta ekolojîk a karkeran zêde bikin.”
 
‘XEYALA ME YA DIBISTANA KARKERAN HEYE’ 
 
Bakir, bi lêv kir ku di dawiya perwerdehiya ku dê mehek û nîv bidome de têkoşînê û rêxistinkirinê hedef digirin, piştî pevajoya perwerdehiyê dê stratejiyên ku karker dê çawa bikarin li dijî pirsgirêkên weke xizanî û enflasyonê çareseriyan biafirînin û da zanîn ku xeyalên wan hene ku li seranserê Tirkiyeyê dibistaneke karkeran a sîstematîk ava bikin.”
 
BANGA TEVLIBÛNÊ 
 
Bakir destnîşan kir ku Bernameya Dibistana Havînê ji bo karkerên ku her roj zehmetiyan dikişînin ji bo pirsgirêkên xwe çareseriyê bibînin, çawa bi civakê re hevrû bibin û mafê xwe biparêzin derfetek e û bang li karkeran kir ku tev li perwerdehiyê bibin.