‘Pêlavên ku berê diçûn çopê ji ber krîza aboriyê tînin tamîrê’

STENBOL - Mûharrem Kaya yê 28 sal in li Stenbolê karê tamîrkirina pêlavan dike, anî ziman ku mirovên pêlavên xwe yên berê ku nikarin têxin pêxwe diavêtin çopê, van pêlavên xwe ji ber krîza aboriyê tînin tamîrê.  
 
Krîza aborî ya ku bi salan e li Tirkiyeyê didome, bandorê li debara beşên civakê yên cuda dike. Mûharrem Kaya yê 28 sal in li Stenbolê karê tamîrkirina pêlavan dike, bal kişand ser krîza aboriyê ya heyî û bandora vê ya li ser çêkirin û tamîrkirina pêlavan vegot.
 
Kaya yê di sala 1996’an de ji navçeya Golan a Erdexanê hate Stenbolê û li vir bi derfetên xwe hînî tamîrkirina pêlavan bû û ev ji xwe re kir pîşe, wiha got: “Rojekê min pêlavek kirî û fikirîm ku divê ez xwe bi xwe vê tamîr bikim. Pişt re ez çûm ji kesekî ku vî karî dike dezgeh û hemû malzemeyên tamîrê kirîn. Kekê min li memleket bû, min bi tena serê xwe dest bi karî kir. Min ewilî tiştek nedizanî, bi şansê ecemiyan kar çareser dikirin. Ez her roj diçûm kar û hewl dida ku hînî tamîrkirinê bibim. Min pêlav zimpere dikir û bi hev ve dikir lê min tiliyên xwe birîn. Dema min hewl da her tiştî bizanim min gelek xeta kirin. Ez hîn nedibûm ku bizmaran bi awayekî rast li pêlavan bidim û destê xwe birî. Lê dawiya dawî ez hîn bûm û dema sibê heval hatin min rewş ji wan re vegot. Wan jî alîkariya min kir û me bi hev re kar kir. Tevî hemû zehmetiyan ez hînî kar bûm.”
 
‘NIRXÊ PEREYÎ NEMA’ 
 
Kaya, yê anî ziman ku berê pere binirx bû, bi lêv kir ku bi valêzekê hate Stenbolê gelek tişt pêkanîn lê niha ev rewş negengaz e û wiha berdewam kir: “Bi pereyên ku di salên 90’î de qezenc kir re min daîreyek kirî û bi pereyê din jî mesrefên dawetê dan. Niha bi heman pereyî ne pêkan e ev yek were kirin. Zehmet e ku mirov bi mûçeya kêmtirîn debarê bike, bi taybetî ji bo kesên di kirê de jiyan zortir e. Ez difikirim ku divê desthilat biguhere. Ez roj dibînim ku mirov şer dikin, dikevin nav stresê. Êdî zehmet e ku pêdîviyên bingehîn ên weke av û ceyranê jî pêşwazî bikin. Pirsgirêkên aborî bi awayekî pîskolojîk bandorê li mirovan dikin. Berê em bi valêzekê dihatin û mirov xelas dikirin lê niha gelek zehmet ku ciwan di van şert û mercan de li ser piyan bimînin.”
 
‘PÊLAVÊN XWE YÊN KEVN TÎNIN TAMÎRÊ’ 
 
Kaya, anî ziman ku mirov ji ber krîza aboriyê nekarin pêlavên nû bistînin û ev tişt gotin: “Ji ber ku her tişt biha ye mirov pêlavên xwe tînin tamîrê. Pêlavên ku berê diavêtin çopê niha tînin cem me û em jî wan tamîr dikin. Çima? Ji ber ku mirov ji ber krîza aboriyê nekarin pêlavên nû bistînin. Ji bo ku nekarin bistînin jî dîsa pêlavên xwe yên kevin tînin.”
 
Kaya, destnîşan kir ku bihayên malzemeyên ji bo tamîkirinê bikartîne her tim zêde dibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bihayê zemqa japonan a ez ji bo tamîrkirinê bikartînim ji 3 lîre û nîvan derket 20 lîreyan. Bihayê malzemeyan zêde dibe û berpirsyarê vê yekê kesên ku me bi rê ve dibinin.”